Di navbera Venezûela û Kolombiyayê de pêvajoya asayîbûnê destpê kir
Piştî ku di dîroka Kolombiyayê de yekemcar çepgirek bû Serokkomar, Venezûelayê ragihand ku ew dixwaze bi cîranê xwe re ji nû ve têkiliyên leşkerî deyne.
Piştî ku di dîroka Kolombiyayê de yekemcar çepgirek bû Serokkomar, Venezûelayê ragihand ku ew dixwaze bi cîranê xwe re ji nû ve têkiliyên leşkerî deyne.
Rêveberiya Caracasê piştrast kir ku piştî Gûstavo Petro li Kolombiyayê bû serokkomar, di navbera herdu welatan de hewldanên nêzîhevbûnê destpê kirine.
Wezîrê Parastinê yê Venezûelayê General Vladîmîr Padrîno Lopez li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo bi hempîşeyê xwe yê Kolombiyayî re tavilê hevdîtinê bike ji Serokkomar Nîcolas Madûro 'ferman' wergirtiye.
Lopez got, "Divê em dest bi kar bikin. Ev yek nayê wê wateyê ku bibe guhertineke siyasî û yekser guhertin pêk were."
Serokkomarê Kolombiyayê yê çepgir Petro jî diyar kiribû ku ew dixwaze têkiliyên dîplomatîk ê navbera herdu wealtan ku sala 2019'an hatibûn birîn ji nû ve bidin destpêkirin.