Di navbera hikûmeta Kolombiya û FARC’ê de agirbest hat îmzekirin
Di navbera hikûmeta Kolombiya û fraksiyona sereke ya mûxalîf FARC’ê de peymana agirbestê hat îmzekirin. Her du alî wê ji nû ve dest bi hevdîtinên aştiyê bikin.
Di navbera hikûmeta Kolombiya û fraksiyona sereke ya mûxalîf FARC’ê de peymana agirbestê hat îmzekirin. Her du alî wê ji nû ve dest bi hevdîtinên aştiyê bikin.
Hikûmeta Kolombiyayê û fraksiyona sereke ya Hêzên Biçek ên Şoreşger a Kolombiyayê (FARC) a muxalîf li hev kirin ku careke din agirbestê bidin destpêkirin. Agirbest di meha Gulanê de hatibû taloqkirin. 2’ê Îlonê roja Şemiyê hat ragihandin ku her du partî nêzî destpêkirina hevdîtinên aştiyê ne.
Nûnerên Serokê Fermandariya Giştî ya Navendî ya FARC a muxalîf Ivan Mordîsco û Serokkomarê Çepgir Gûstavo Petro ragihandin ku têkildarî agirbestê li hev kirine.
Di daxuyaniya çapemeniyê dîroka agirbestê nehat diyarkirin û hat gotin ku armanca agirbestê ew e ku şer û şîdetê kêm bike.
EMC ji mûxalîfên ku red dikin peymana aştiyê ya dîrokî ya 2016’an a di navbera tevgera gerîla ya Marksîst FARC û hikûmetê de îmze bikin, pêk tê.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya nivîskî de hat diyarkirin ku agirbest wê “demkî” û “neteweyî” be.
Nûnerên her du aliyan ji roja Pêncşemê û vir ve li çiyayên herêma Caûca ya li başûrrojava civîn dikirin. Peymana agirbestê roja Şemiyê hat ragihandin.
Serokkomar Gûstavo Petro ku gerîlayekî kevn e, 31’ê Kanûnê di nîva şevê de bi 5 komên çekdar ên sereke yên welêt re agirbesta du kesî îlan kiriye. Lê meha Gulanê peymana bi EMC’ê re bi îdîaya ku EMC’ê 4 ciwanên herêmî ji ber ku red kirine tevlî nava gerîla bibin kuştine, taloq kiribû.
Her du aliyan di daxuyaniya çapemeniyê de bêyî ku cih û dîrokê diyar bikin, ragihandin ku muzakereyên aştiyê wê demek nêz destpê bikin. Ev pêvajoya ji xeynî gelek welatên ku navê wan nehatin diyarkirin, wê ji aliyê NY, Rêxistina Dewletên Emerîkayê (OAS) û Konseya Dêrên û Cîhanê ve were çavdêrîkirin.
Serokkomar Gûstavo Petro, gerîlayên Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) jî di nav de armanc dike ku bi hemû komên çekdar re muzakereyên aştiyê bimeşîne û şerê çekdarî ku 60 sal in dewam dike, bi dawî bike.