Di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de têkiliyên aborî xurt dibin

Îsraîlê biryar da ku li Tirkiyeyê ofîsa xwe ya aboriyê ji nû ve veke. Tirkiye çaremîn mezintirîn şirîkê bazirganiyê yê Îsraîlê ye.

Wezîra Aborî û Pîşesaziyê yê Îsraîlê ragihand ku wan li Tirkiyeyê Ofîsa Aboriyê vekirine.

Ofîsa ku li Stenbolê ye, piştî sê salên girtîmayî di 1'ê Tebaxê de ji nû ve hate vekirin.

Wezîr Orna Barbivay got, "Ofîsa Aboriyê ji bo xurtkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re wê bi roleke navendî rabe ku Tirkiye ji bo Îsraîlê hevkarekî girîng e. Wê piştgiriyê bide îxracata Îsraîlê, derfetên kar biafirîne û tevkariyeke girîng li berfirehkirina bazirganiya herdu aliyan bike."

Wezîra Îsraîlî diyar kir ku ji nû ve vekirina Ofîsa Aboriyê nîşaneya soza ji bo kûrkirina têkiliyên aboriyê yên bi Tirkiyeyê re ye.

Tirkiye çaremîn girîngtirîn hevkarê bazirganiyê yê bi Îsraîlê re ye. Di îxracata sala 2021'ê de weke navnîşana pêncemîn bal kişand.

Li gorî Îdareya Bazirganiya Derve ya Îsraîlê, bazirganiya sala 2021'ê ya navbera Îsraîl û Tirkiyeyê, li gorî sala 2020'î ji sedî 30 zêde bû û gihîşt asta 7.7 milyar dolarî.