Di nava salekê de 2262 penaber li Derya Spî fetisîn

Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir, sala 2018'an 2262 penaberên hewl didan di ser Derya Spî re xwe bigihînin Ewropayê jiyana xwe ji dest dan.

Saziya penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihand, sala 2018'an 113.482 kes di ser deryayê re gihîştin Ewropayê.

Hate diyarkirin, 2262 penaberên hewl dan bi heman rengî xwe bigihînin Ewropayê, li Derya Spî fetisîn.

Sala 2017'an 172.301 kes bi rêya deryayî xwe gihandibûn Ewropayê, 3139 kes jî jiyana xwe ji dest dabûn, ya jî winda bûbûn.

Sala 2015'an 1 milyon û 15 kes gihîştibûn Ewropayê.

Welatên rojavayî ji bo pêşî li pêla koçberiyê bigirin, bi welatên weke Lîbyayê û Tirkiyeyê ku penaberan weke şantaj û amûreke gefxwarinê bi kar tîne, peyman amade kiribûn. Komeleyên parastina koçberan û parêzvanên mafên mirovan peymanên hatin amadekirin ne însanî dibînin.

Gelek komele dibêjin, di mijara mirina penaberan li Derya Spî, pareke mezin a hikumetên Ewropayê heye. Derya Spî weke goristana herî mezin a koçberan tê dîtin. Ji bo pêşî li mirina mirovan were girtin li şûna ku tedbîrên însanî werin girtin, li Derya Spî pêşî li keştiyên rêxistinên civakî yên sivîl ên bi karê rizgarkirinê radibûn hatin astengkirin.