Di nava 7 mehan de zêdeyê 2 hezaran pênaberên çûne YE’yê winda bûne
Rêxistina ewlehiya sînor û peravên behrê ya Ewropayê, got ku di nava 7 mehan de vegera ne bi rêk û pêk ji sedî 13 zêde bûye û ji sala 2016’an ta bi niha tu car ewqas zêde nebûye.
Rêxistina ewlehiya sînor û peravên behrê ya Ewropayê, got ku di nava 7 mehan de vegera ne bi rêk û pêk ji sedî 13 zêde bûye û ji sala 2016’an ta bi niha tu car ewqas zêde nebûye.
Kesên ji bo xwe bigihînin welatên Yekitiya Ewropayê (YE) di ser Behra Spî re di rêya koçberiyê ya herî kujende re derbas dibin, du qat zêde bûne û derbasbûna ne bi rêk û pêk a derveyê blokê di nava heft salan de tu car ewqas zêde nebûye.
Rêxistina sînor û ewlehiya peravên behran di daxuyaniya xwe ya îro de got ku vegera ne bi rêk û pêk navbeyna mehên Çile û Tîrmehê jî sedî 13 bûye û bûye 176 hezar û 100 û ji sala 2016’an ta bi niha tu car ewqas zêde nebûye.
Frontexê diyar kir ku zêdebûn bi temamî ji ber bikaranîna rêgeha Nava Behra Spî ye ku rêya çûnê ya bingehîn a ber bi YE’yê ve ye.
Li gor daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, sala 2023’yan heta bi niha zêdeyê du hezaran kes li Behra Spî, bi piranî li rêgeha navendî winda bûne.
Frontexê her wiha da zanîn ku rêgeha ji Lîbya an jî Tûnûsê ku koçber tê re diçin Yewnanistan ya jî Îtalyayê, dibe ku çend rojan li ber xwe bide û bi bot û keştiyên zêde kes lê siwar dibin û ne qewîn in, tên derbaskirin û heft mehên pêşîn ên sala 2023’yan 89 hezar bi awayekê serkeftî derbas bûne.
Pêşbînî ew e ku hefteya çûyî bi ketina bin avê ya keştiyekê li girava Lampedûsa ya Îtalyayê, herî kêm 41 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Frontexê anî ziman ku wê koçberî di rêgeha nava Behra Spî de zêde bibe.
Îngilistan jî di nav de li seranserê parzemînê hest û zextên siyasî yên li dijî koçberan zêde dibin.