Di nava 24 saetan de zêdeyî 6 hezar koçber gihîştin Lampedûsayê

Di nava 24 saetan de zêdeyî 6 hezar koçber gihîştin girava Îtalyayê ya li Derya Spî Lampedûsayê. Rayedaran rewşa awarte ragihandin.

Berdevka rêxistina Xaça Sor a Îtalyayê Francesca Basîle diyar kir ku di nava 24 saetan de derdora 6 hezar koçber bi 120 keştiyên cuda gihîştin Lampedûsayê.

Rojnameya Corrîere della Sera diyar kir ku hejmara koçberên gihîştin derdora 7 hezar kesî ye. RTBF jî diyar kir ku 6 hezar û 800 kes gihîştin.

Navenda pêşwazîkirinê ya bi kapasîteya 400 kesî ya li giravê bi temamî xitimî. Polîsên Îtalyayê hewl dan bi sedan koçberên dixwestin welêt biterikînin asteng bikin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îtalyayê ANSA'yê, Şaredarê Giravê Fîlîppo Mannîno êvara Çarşemê rewşa awarte ragihand.

Hikumeta Gîorgîa Melonî ya rastgira tund ji xwe meha Nîsanê ya derbasbûyî li tevahiya welêt biryareke bi vî rengî wergirtibû.

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonîo Tajanî li ser X'ê daxuyaniyek da û got, "Ji bo alîkariya bi şêniyên Lampedûsayê û koçberên tên giravê wê her tiştî bikin."

Ji bo kêmkirina qelebalixiya zêde, tê plankirin ku kesên tên qonax bi qonax li bajarên din ên Îtalyayê bêne bicihkirin.