Di nava 24 saetan de li Yemenê 70 kes mirin
Li Yemenê, di navbera yekîneyên leşkerî yên Koalîsyona Ereb piştgiriya wan dikin û serhildêrên Hûsî yên Şîa de şerekî dijwar qewimî. Di nava 24 saetan de bi qasî 70 kes mirin.
Li Yemenê, di navbera yekîneyên leşkerî yên Koalîsyona Ereb piştgiriya wan dikin û serhildêrên Hûsî yên Şîa de şerekî dijwar qewimî. Di nava 24 saetan de bi qasî 70 kes mirin.
Li gorî nûçeyên medya cîhana rojava, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên nexweşxane û ewlekariyê, ji milîsên Hûsî û hêzên piştgiriya wan dikin, 52 kes mirin e. Hat ragihandin, ev kuştiyên eniya Hûsî li herêma Moka ya li peravê Derya Sor, di şer û bomberdûmana Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî de, rû daye. Di şer de her wiha ji hêzên hikûmetê jî 14 kuştî çêbûn.
Hêzên hikûmetê radigihîne, ku di operasyona herêma Dûbahê de, ku bi desteka hêzên hewayî û deryayî ve di 7'ê Çileyê de dest pê kir, zêdeyî 150 şervan hatine kuştin. Herêma Dûbah a li başûrrojavayê welêt e, bi qasî 30 kîlometreyan dûrî geliyê Bab-ul Mendeb e, ku ev der Derya Sor û Okyanûsa Hîntê ji hev qut dike. Her wiha hêzên hikûmeta Yemenê dixwazin, herêma ji 450 kîlometreyî ya li peravên Derya Sor, ku ji bajarên moka, Hûdeyda û Mîdî pêk tê, ji destê serhildêrên Hûsî derxîne.
Koalîsyona Ereb, helîkopterên êrîşê Apache di operasyonê de bi kar tîne. Lê belê ji ber xefikên bombeyî yên li derdora Moka, yekîneyên leşkerî û hêzên koalîsyona nikarin bi rehetî tevbigerin.
Şerê Yemenê, piştî ku Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdiyan di Adara 2015'an de dest lê werda, girantir bû. Serhildêrên Hûsî, di meha Îlonê de paytexta Sana kontrol kiribûn. Herêmeke berfireh a li bakur, navend û rojavayê welêt, di kontrola Hûsiyan de ye.
Serokkomarê Yemenê Hadî, ku ji ber pêşveçûna Hûsiyan reviya Erebîstana Siûdî, di sala 2016'an de vegeriya, li bajarê Adenê yê li başûr bi cih bû û ev der weke paytxta demkî îlan kir.
Hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo çareseriyê jî dewam dikin. Sefîrê Neteweyên Yekbûyî yê Yemenê Îsmaîl Ûld Şêx Ahmed, piştî gelek hevdîtinên neserketî, ji bo bi Hûsiyan re rûnê roja Yekşemê careke din çû Sanayê. Hefteya bihurî roja Duşemê bi Qasidê Neteweyên Yekbûyî Hadî re rûniştibû û ji bo aştiyê pêşniyarên dawî kiribû. Hadî nexşerêya beriya niha ya ji bo aştiyê red kiribû. Li gorî vê nexşerêyê divê hikûmeteke nû ya yekîtiyê bê avakirin û serhildêr xwe ji paytexta Sana û bajarên din vekişînin. Her wiha wê erkên Serokkomar gelekî bên kêmkirin û ev erk jî heta hilbijartinê wê ji bo şopandina hikûmeta yekîtiyê radestî Alîkarê Serokkomar bê kirin. Encama hevdîtinên Sefîrê Neteweyên Yekbûyî wê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re bê pêşkêşkirin.
Li Yemenê ji Adara 2015'an û vir ve li gorî Neteweyên Yekbûyî 10 hezar sivîlî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha Koalîsyona Ereb tê sûcdarkirin ku gelek caran cihê sivîlan bombe dike, çekê qedexe bi kar tîne û sûcê şer dike.