Di nava 2 rojan de zêdeyî 200 kes li Nîjeryayê hatin kuştin

Li Nîjeryayê di navbera sewalkarên koma etnîkî ya Poller a Misilman û cotkarên Xiristiyan de şerekî dijwar diqewime. Dawiya hefteyê zêdeyî 200 kes mirin.

Şer li eyaleta Plateaûyê dawiya hefteyê qewimî. Waliyê eyaletê Sîmon Lalong got, di nava du hefteyan de zêdeyî 200 kes mirine. Beriya niha hatibû gotin ku 86 kes mirine.

Walî Lalong diyar kir, zêdeyî 200 kes ji aliyê kesên ji koma etnîkî ya Poller ve hatine kuştin. Koma etnîkî ya Poller jî sûcdariyan qebûl nake.

Ji destpêka salê û vir ve li eyaleta Plateaûyê, bi sedan kes ji ber şerê navbera komên etnîkî jiyana xwe ji dest dane.

Li Nîjeryayê ku nifûsa xwe 180 milyon e, şerê li ser zeviyan êdî di asta dînî, siyasî û etnîkî de tê kirin.