Di konferansa COP24 de li hev hate kirin
Di konferansa COP 24 de, ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve li Polonyayê hate organîzekirin, li ser tedbîrên di mijara têkoşîna dijî germahiya global de li hev hate kirin.
Di konferansa COP 24 de, ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve li Polonyayê hate organîzekirin, li ser tedbîrên di mijara têkoşîna dijî germahiya global de li hev hate kirin.
Di Konferansa Aliyan (COP) de ku di çarçoveya Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de îsal cara 24'an hate lidarxistin, ji bo pêşîgirtina li germahiya global hin pîvan hatin destnîşankirin. Civîna bilind a COP24 bi beşdariya nûnerên zêdeyî 200 welatan li bajarê Katowîce yê Polonyayê hate lidarxistin. Ji ber ku hin welatan dema danûstandinê dirêj kirin, konferans bi rojekê bi derengî qediya.
Di dawiya konferansê de, ji bo bicihanîna Peymana Avhewayê ya ku sala 2015'an li konferansa COP21 a li Parîsê hate qebûlkirin, hin pîvan hatin diyarkirin.
Xalên sereke yên van pîvanan wiha ne:
Ji sala 2020'î û pê ve, her welat wê du salan carekê raporan pêşkêş bikin û diyar bikin bê rêjeya kêmkirina belavkirina gaza serayê daxistiye kîjan astê.
Welatên ku mohra xwe anîne binê peymanê neçar in, ku pîvanên belavkirina gaza serayê bi rêbazên ji aliyê zanistî ve tên qebûlkirin, bikin.
Ji sala 2023'an û pê ve her 5 salan carekê wê rewş bê nirxandin û welatên mohra xwe anîne binêpeymanê wê bipîvin bê tedbîrên ku girtine têrê dikin yan na.
Welatên pîşesaziyê, dema ku li ser daxwaza welatên pêşketî alîkarî bi wan welatan re kirin, neçar in nîşan bidin bê alîkariya dikin çiqasî ji bo pêşîgirtina li germahiya global e. Alîkarî divê bi giranî ji bo pêşîgirtina li karestên xwezayî û zêdekirina para enerjiya dikare were nûkirin be.
Komîteyeke Neteweyên Yekbûyî wê kontrol bike bê welatên soz dane ku emîsyona gaza serayê kêm bikin, di kîjan astê de hewl didin.
Welatên ku armancên di mijara avhewayê de hatine danîn bi cih neanîne, wê nikaribin ji pêkanîna 'Sertîfîkaya CO2' sûdê werbigirin ku ev sertîfîka di bazirganiya navneteweyî de derbas dibe.
Peymana Avhewayê ya sala 2015'an ji bo wê yekê ye ku germahiya global heta sala 2100'î herî zêde di asta 1,5 an jî 2 pileyî de bihêle. Ev rêje li gorî germahiya sedsala 19'an e. Li gorî lêkolînan, eger germahiya global li gorî sedsala 19'an bi 2 pileyî zêde bibe, wê gelek karesatên avhewayî rû bidin.
Konferansa Aliyan a 25'an (COP25) wê sala bê li Şîliyê pêk were.