Di keştiya penaberan de cesedên 26 zarokan hatin dîtin

Di keştiyeke penaberan de ku ji Derya Spî diçû Ewropayê, cesedên 26 zarokên keç hatin ku piraniya wan 14-18 salî ne.

Di operasyona keştiya şer a Spanyayê Cantabrîa de, ku li derya Îtalyayê dihate kirin, ji keştiyên penaberan 375 kes hatin rizgarkirin. Her wiha cesedên 26 jinên ciwan hatin dîtin ku emrê wan di navbera 14-18 salî de bûn.

Cesedên zarokan, ku dema hewl didan xwe bigihînin Ewropayê li deryayê jiyana xwe ji dest dan, ji bo lêkolînkirinê rakirin morga nexweşxaneya Salernoyê.

Du kes jî ku yek ji Lîbyayê yek jî ji Misrê ye bi gumanbariya qaçaxçitiya mirovan hatin binçavkirin.

Waliyê Salernoyê Salvatore Malfî bûyer weke "trajediya mirovahiyê" bi nav kir û ragihand ku dozgeriya Salernoyê dest bi lêpirsînê kiriye û dibe ku bûyer cînayet be.

Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de cih girtin, dibe ku êrîşa zayendî li zarokan hatibe kirin.

Walî Malfî anî ziman ku ew texmîn dikin zarok ji Nîjeryayê ne.