Di keraseta lehiyê ya li Myanmarê de herî kêm 74 kes mirin û 89 winda ne

Li Mynamarê ji ber lehiyên ku di encama bahoza Yagî de pêk hatiye hejmara miriyan her ku diçe zêde dibe. Hat ragihandin ku di encama keraseta lehiyê de 74 kes mirin û 89 kes jî winda ne.

Li gorî hejmarên fermî, hefteya bihurî piştî Bahoza Yagî li herêmê xist, li Myanmar, Vîetnam, Laos û Taylandê bû sedema lehî û hezaz çêbibe û di encamê de 350 kes mirin.

Li gorî Global New Lîght of Myanmarê, rayedaran êvara Înê ragihand ku hejmara miriyan 74’an û 89 kes jî winda ne. 

Di bîlançoya beriya niha de hatibû ragihandin ku 33 kes mirine û zêdeyî 235 hezar kes jî neçar mane cih û warên xwe biterikînin. 

Rojnameya Myanmarê, diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike û got lehî bûye sedem ku zêdetirî 65 hezar mal û 5 bendav hilweşe.

Hat ragihandin ku li navenda welêt bi taybetî li derdora paytext Naypyidawê zeviyên çandiniyê di bin avê de mane. Her wiha li herêmên çiyayî hezaz pêk tên.

Ji ber rê û pir zerarek mezin dîtine, xetên telefon û înternet qutbûne, agahiyên berfireh wergirtin zehmet bûye.