Di hilbijartinên Spanyayê de Partiya Sosyalîst bi ser ket
Li Spanyayê di hilbijartinên giştî de partiya sosyalîst li pêş e. Lê belê ti ji partiyan piraniya kursiyên li parlamentê wernegirtin.
Li Spanyayê di hilbijartinên giştî de partiya sosyalîst li pêş e. Lê belê ti ji partiyan piraniya kursiyên li parlamentê wernegirtin.
Partiya Sosyalîst 28 ji sedî yê dengan wergirt û mîna hilbijartina beriya niha bû xwedî heman hejmara kursiyên li parlamentê.
Partiya Mûxafazakar jî xwe ji nû ve komî ser hev kir û wê bi 88 kursiyan li parlamentê bê temsîlkirin. Partiya rastgiriya tund jî 52 kursî wergirt.
Partiya çep Podemos ku ji bo avakirina hikumetê dikare bibe hevparê sosyalîstan 7 kursî kêm kir. Cîûtadanos bi rêjeya 7 ji sedî 10 kursî kêm kir.