Di hilbijartinên Danîmarkayê de demokratên sosyal bi ser ketin

Li Danîmarkayê roja Çarşemê hilbijartinên giştî hatibû lidarxistin. Demokratên sosyal di vê hilbijartinê de bi ser ketin.

Demokratên sosyal 26 ji sedê dengan wergirtin û di hilbijartinê de bi ser ketin. Populîstên ku li dijî koçberan jî bûn, têk çûn. Bi têkçûna populîstan re wê hikumet ber bi îstîfayê ve biçe.

Tifaqa çepgir a navendî li parlementoyê ya ku 179 kursî lê hene, 96 kursî bi dest xistin. Partiya lîberal jî 79 kursî bi dest xist.

Seroka demokratên sosyal Metter Frederîksen a ku tê payîn bibe serokwezîr, wê di warê koçberan de tund be.

Frederîksen sala borî projeyeke reformê pêşkêş kir a ku tê de dihat diyarkirin ku koçberên ‘ne ji welatên rojava’ di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de wan bişîne kampên Efrîkayê.

Li gorî texmînan wê Mette Frîderîksen hikumeta ji kêmtemsîlan ava be. Di meseleyên wekî perwerdehî, hiqûq û polîtîkayên koçberan de wê piştgiriyê ji çepgiran bixwaze. Lê ji bo domandina hikumetê piştgiriya koalîsyoneke berfireh jê re hewce dike.

Danîmarka piştî Swêd û Fînlandiyayê bû sêyemîn welatê li bakur a ku piştgirî daye hikumeta çepgir.