Di hilbijartina Pakistanê de Îmran Han bi ser ket
Di hilbijartina roja Çarşemê ya li Pakistanê hate kirin de şampiyonên berê yê krîket û siyasetmedar Îmaran Han serketina xwe îlan kir.
Di hilbijartina roja Çarşemê ya li Pakistanê hate kirin de şampiyonên berê yê krîket û siyasetmedar Îmaran Han serketina xwe îlan kir.
Îmran Han, di daxuyaniya li navenda giştî ya li Banî Gala ya çend kêlometreyek ji Îslambadê dûr re da de, got: “Serketîn. Erk dan me.”
Piştî bikaranîna dengdanê û şûnde li Pakîsatê bi roja nû re kaos zêde bû. Partiya desthilatdar û pêkhateyên din ên siyasî, diyarkirin ku hîle hatine kirin. Partiyên mijara gotinê, serketina Îmran Han nîşan da û encam red kirin.
Hejmartina dengan bi gelek direng ket. Li gorî çapemeniya herêmî, piştî girtina sindoqan bi 18 saet û şûn de tenê nîva dengan hatibû hejmartin.
Komîsyona Hilbijartinê ya Pakistanê, direngmayîn girêdayî teknîka nû ya hatî bikaranî kirin û diyar kir kû kêşeyek teknîkî derketiye.
Serokê Komîsyonê Serda Muhammed Reza jî got: “Di vê hilbijartinê de guman derneketin. Ji sedî sed adil û zelal bû.”
Li gorî encamên destpêkê partiya Îmran Han Tevgera Edaletê ya Pakistanê li pêş e.
Serokê partiya desthilatdar Pakistan Muslim Leagûe Nawaz (PML-IN) diyar kir ku di hilbijartinê de pir zêde hîle hatiye kirin. Lîderê vê partiyê Şahbaz Şerîf jî anî ziman ku wê encamên vê, wê li pêşberî darazê îtiraz bikin. Partiya Bîlawal Bûtto Partiya Gel a Pakistanê ku di hilbijartinê de partiya sêyemîn bû jî nerazîbûn nîşanî encaman da.
Di roja hilbijartinê de çeteyê DAIŞ’ê li Kattayê li pêşiya buroyeke ya hilbijartinê êrîşeke bombeyî pêk anî bû, nêzî 31 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.