Di hikumeta nû de Schûlz dixwaze bibe wezîrê karê derve!

Li Elmanyayê di 24’ê Îlonê de hilbijartin pêk hatibû û hê jî hikumeteke nû nehatiye avakirin. Di hevdîtinên avakirina hikumeta koalîsyonê de hêdî hêdî rewş zelal dibe.

Di hikumeta nû de serokê SPD’ê Martîn Schûlz dixwaze bibe wezîrê karê derve.

Li Elmanyayê hevdîtinên di navbera Yekîtiya Xirîstiyanan (CDÛ) de ya ku Merkel pêşengiya wê dike û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a ku Schûlz pêşengtiya wê dike, îro roja dawîn a hevdîtinan e.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinên ji bo koalîsyonê de êdî ber bi dawiyê ve hatine.

Yek ji mijara ku li ser wê li hev kirine jî, belavkirina wezaretan e. Li gorî vê, wê 6 wezîran bidin sosyal demokratan. Tê diyarkirin ku wê wezaretên karên derve, maliye, xebat û karên civakî bidin SPD’ê.

SPD WÊ PEYWIRA XWE BIDE NAHLES

Li gorî agahiyên ku Spîegel Onlîneyê wergirtiye serokê SPD’ê Martîn Schûlz dixwaze bibe wezîrê karê derve. Piştî ku Schûlz bibe wezîr ew ê dev ji serokatiya SPD’ê berde. Ji bo Serokatiya Giştî ya SPD’ê navê Andrea Nahles derdikeve pêş.

HIKUMETA NÛ DIXWAZE PÊVAJOYA YE’YÊ BIDE SEKINANDIN

Di pêşnûmaya koalîsyonê de xaleke li ser Tirkiyeyê jî heye. Di tekstê de tê diyarkirin ku di muzakereyên ji bo Yekîtiya Ewrûpayê de bila êdî ji bo Tirkiyeyê pêvajoyeke nû neyê destpêkirin û dixwazin pêvajoya endamtiya Enqereyê bidin sekinandin.

Di metnê de ev tişt jî tê diyarkirin: “Em dixwazin têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re baş bin. Lê ji mêj ve ye li Tirkiyeyê rewşa demokrasî û mafên mirovan ne zêde baş e. Di heman demê de ji bo serbestiya wîzeya hemwelatiyên Tirkiyeyê û rojanekirina peymana Yekîtiya Gumrukê jî, heke Tirkiye berpirsyariyên xwe bi cih bîne, ew ê mumkun be.”

Schûlz di dema hilbijartinê de her dem karneya xerab a Erdogan ji xwe re dikir firsend. Lê piştî ku hilbijartin bi dawî  bûn ne Schûlz û ne jî eniya SPD’ê tu rexne li Enqereyê nekirin. Li gorî hin analîstan SPD ji bo ku were ser desthilatdariyê ev tişt dikir.

Schûlz dema serokê Parlementoya Ewrûpayê, Erdogan heqaret li wî kiribû. Schûlz di Mijdara 2016’an de girtina hevserokên HDP’ê rexne kiribû. Erdogan jî ji ber vê rexnekirinê ji Schûlz re gotibû, “Tu kî yî? Tu serokê parlementoyeke wê derê yî? Hela ka ji xwe re li vî kesê bêterbiye binihêrin!”