Di êrîşa obusê ya li Efganistanê de 14 kes mirin

Di êrîşa obusê ya li sûka dikeve bakurê Efganistanê de bi kêmanî 14 kes mirine, bi dehan kes jî birîndar bû.

Artêşa Efganî ji êrîşê Talîban berpirs nîşan da. Berdevkê leşkerî Hanîf Razaî yê ji AFP’ê re axivî, ragihand ku Talîbanan benda kontrolê ya leşkerî ya li nêzî sûka ya li navçeya Kwaja Sabz Poş a dikeve eyaleta Feryabê.

Berdev got: “14 sivîl mirine û nêzî 40 kes ku jin û zarok jî di nav de birîndar bûne.

Servîsa tenduristiyê ya eyaleta Feryab anî ziman ku di nava birîndaran 4 zarok jî hene.

Telîbanan heta niha li ser êrîşê ti daxuyaniyek nedane.

Li aliyê din di êrîşa bombeyî ya li ser mizgefta Şîa ya li Gaznî ya dikeve navenda welat a roja înê de 1 jê zarok 2 kes miribûn, 14 jê zarok 5 kesên têgihiştî jî birîndar bibûn. Komeke Efganî ya girêdayî DAÎŞ’ê êrîş li xwe girt.