Di êrîşa li ser dibistaneke ya DYA’yê de, 10 kes mirin

Di êrîşa li ser dibistaneke ya li Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) de hejmara miriyan gihişte 10 kesan, hate ragihadin ku dibe madeyên teqemeniyê li dibidstanê hebe.

Di êrîşa li ser dibistaneke amadeyî ya li Santa Fe ya nufusa wê 13 hezar kes ku nêzî bajarê Hoûston a eyaleta Teksasê de hate diyarkirin ku herî kêm 3 kes birîndar bûne.

Li gorî televîzyona CBS’ê, di êrîşê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane herî kêm 10 kes in. Polîsan jî ragihan ku kesê bi navê Dîmîtrîos Pagoûrtzîs ê 17 salî êrîş pêk aniye.

Hate diyarkirin ku ji ber madeyên teqemeniyê yên ku dibe li dibistanê hebe, tîmên taybet hatin sewqkirin.