Di êrîşa întixarî ya li Kabîlê de bi kêmanî 5 kes mirin

Li paytexta Efganistan Kabîlê piştî aramaniya du mehan û şûnde di êrîşa yekem a întixarî de bi kêmanî 5 kes mirin.

Li gorî çavkaniyên Wezareta Karê Hundir êrîş di sibeha Sêşemê derdorî 07:00’an de pêk hatiye. Di encama kesekî ku bombeya li ser xwe teqînê de bi kêmanî 2 sivîl, 3 leşker mirine. Her wiha di êrîşê de 5 jê sivîl bi giştî 12 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku dibe bîlanço girantir bibe.

Wezareta Parastinê jî daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku yek jê sivîl 4 endamên ewlekariyê mirine, 6 kes jî birîndar bûne.

Teqîna ku li benda kontrolê ya yekem a akademiyeke leşkerî pêk hat, heta niha kesê li xwe negirtiye.

Berê jî gelek navendên perwerdehiya leşkerî bibûn hedefa êrîşan. Herî dawî Gulana 2019’an êrîşeke pêk hatibû û DAÎŞ’ê li xwe girtibû.