Di êrîşa hewayî ya li ser Myanmarê de herî kêm 11 zarok hatin qetilkirin

Li gor daxuyaniya UNICEF’a girêdayê Neteweyên Yekbûyî, di êrîşê hewayî ya li ser dibistanek a gundek ê li bakurê Myanmarê hatiye kirin de herî kêm 11 zarokan jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê UNICEF-Myanmarê ve hat dayîn de, wiha hat gotin: “16’ê Îlonê êrîşek a hewayî li ser cih û warên sivîlên herêma Sagaingê ku dibistanek a li Depeyînê jî di nav de bû hat kirin, gule li sivîlan hatin reşandin. Di encamê de herî kêm 11 zarokan jiyana xwe ji dest da.’’

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Li heman dibistanê herî kêm 15 zarok winda bûn. UNICEF bang dike ku ev zarok demildest bên berdan.’’

Hêzên çekdar ên Myanmarê, milîsên xwecih ‘’Tatmadaw’’ bi bikaranîna sivîlan weke mertalên zindî sûcdar kir.

Hasan Noor ê Midûrê Asyayê yê rêxistina civaka sivîl a bi navê Save The Childrenê ku ji bo mafê zarokan têdikoşe, bang li civaka navneteweyî kir ku vê êrîşê şermezar bike û ji bo hesabpirsîna ji sûcdaran tiştê ku dikeve ser milê wan pêk bîne.’’

Ji derbeya Aûng San Sûû Kyî ku ji 1’ê Sibata 2021’î ve rêvebiriya sivîl hilweşand û heta bi niha li dijî dijberên artêşa Myanmarê pir tund û tûj tevdigere. Li gor rêxistinek a civaka sivîl a xwecih, nêzîkê 2 hezar û 300 sivîl hatine kuştin, zêdeyê 15 hezar kes jî hatine girtin.