Di êrîşa hewayî ya li Efganistanê de 14 sivîl mirin

Mîsyonê Efganistan ê Neteweyên Yekbûyî Manûa, ragihand ku di êrîşa hewayî de 14 welatiyên sivîl ên Efganî mirine.

Li gorî Manûa, 5 jê jin, 7 zarok bi giştî 14 kes di navbera dîrokên 20-22’yê Gulanê di êrîşên hewayî yên li eyaletên Kanûr a dikeve rojhilat û Helmand a dikeve başûr de hatine kuştin.

Di daxuyaniya mîsyonên NY’yê Efganistanê ya li ser Twîtterê dayî de, ev hate gotin: “Divê alî di warê parstina sivîlan de rêz ji peymanên navneteweyî re bigirin.”

Li Efganistanê tenê hêzên hewayî yên Emerîka û Efganî bi armanca destekê bidin hêzên bejahî operasyonan dikin. Di salên dawî de êrîşên hewayî yên li dijî Telîban û komên çete yên DAÎŞ’ê zêde bûne.

Li gorî Manûa, hêzên hikûmetê ji kuştina 305, komên bi çek jî ji kuştina 227’an berpirsin.