Di êrîşa DYA ya li Somaliyê de 37 endamên Şebabê mirin

Artêşa DYA’yê li dijî rêxistina Şehba ya li Somaliyê du êrîşên hewayî pêk anîn. Di van êrîşan de li gorî hatin ragihandin 37 endamên Şebabê mirine.

Fermandariya Leşkerî ya Afîrka ‘Afrîcom’ ya DYA’yê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di êrîşê de ti sivîl ziyan nedîtine.

Li gorî daxuyaniya destpêkê di êrîşa yekem de ‘27 şervan mirine’ di êrîşa duyemîn de jî 10 endamên Şebabê mirine.

Hate diyarkirin ku operasyona bi desteka hikûmeta federal a Somaliyê hate kirin, ji bo lewazkirina hêza êrîşê ya Şebabê bû. Hate gotin ku hêza tevgerê ya bi bandor a li herêmê ya rêxistina Şebabê hatiye lewazkirin.

Artêşa Amerîkayê ragihandibû ku di êrîşên hewayî yên nîva meha Cotmehê de 60 endamên Şebabê kuştibûn. Ev operasyon, êrîşa herî mezin a DYA ya li dijî Şebab a girêdana wê bi El Qadîdê re heye ku ji 21’ê Mijdara 2017’an û vir ve dom dike ye. Sala borî di êrîşeke meha Mijdarê de hatibû kirin, hate ragihandin ku di êrîşê de 100 kes hatibûn kuştin.