Di êrîşa bi dronê ya Hîzbûllah’ê de 4 leşkerên Îsraîlê mirin

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, di êrîşa bi dronê ya li dijî baregeheke leşkerî ya li başûrê Hayfayê de 4 leşkerên Îsraîlê mirin.

Hîzbûllah’ê êrîşeke bi balafira bêmirov a ku li herêmê bû sedem ku zêdeyî 60 kes birîndar bibin, girt ser xwe. Piştî vê demeke kurt dîsa Hîzbûllah’ê ragihand ku fuze avêtine baregeheke leşkerî ya Îsraîlê ya li nêzî Hayfa ya li bakurê welêt.

Artêşa Îsraîlê daxuyanî da û ragihand ku di êrîşa Hîzbûllah’ê ya li başûrê Hayfayê de 4 leşkerên Îsraîlê mirine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 7 leşker jî bi giranî birîndar bûne.

Hîzbûllah’ê gef li Îsraîlê xwar ku eger êrîşên li Lubnanê dewam bikin, ew ê hîn zêdetir êrîşan pêk bînin.