Bîlançoya erdheja li Fasê giran dibe: 632 kesan jiyana xwe ji dest dan
Bîlançoya erdheja bi mezinahiya 7 pileyê ku li gelek bajarên Fasê qewimî, giran dibe.
Bîlançoya erdheja bi mezinahiya 7 pileyê ku li gelek bajarên Fasê qewimî, giran dibe.
Li gorî bîlançoya nû ya ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatî dayîn, di erdheja ku şeva Îniyê çêbûyî de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 632’an.
Hat diyarkirin ku herî kêm 329 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku rewşa 51 ji van giran e. Di bîlançoya berê de hatibû diyarkirin ku nêzî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane. Fikar heye ku bîlanço hîn girantir bibe.