Di doza kuştina Bûtto de Muşerref 'fîrarî' hate ragihandin

Di doza kuştina serokwezîra berê Benazîr Bûtto de, Serokkomarê berê Pervez Muşerref ê reviya Dûbaî weke 'fîrarî' hate ragihandin.

Serokwezîra destpêkê û ya yekane ya jin a Pakîstanê Benazîr Bûtto, sala 2007'an di dema mîtîngekê de ji ber êrîşa bombeyî jiyana xwe ji dest da. Di doza kuştina Bûtto de biryara destpêkê hate dayin. Dadgehê hikum da, ku rewşa Pervz Muşerref ê sala 2016'an 'ji bo tedawiyê' çû Dûbaî, cihê gumanan e.

Di dozê de biryar hate dayin, ku 5 gumanbarên dihate îdîakirin pêwendiya xwe bi êrîşkarê bombeyî heye, bêguneh hatin dîtin. Lê belê hikum da, ku Muşerref ji ber ku li welêt venegeriya ye, 'fîrarî' ye. Dadgehê biryar da dest deyne ser malê Muşerref.

Pervez Muşerref ku Adara par bi îdîaya tedawiyê çû Dûbayî, dabû xuyakirin ku ji bo bersivê bide îdîayên li ser xwe yên têkildarî kuştina Benazîr Bûtto, wê vegere welêt. Lê belê Muşerref ji hingî ve venegeriyaye welêt.

Ji Serokwezîrên berê yên Pakîstanê Benazîr Bûtto, ji bo hilbijartinên giştî yên 8'ê Çileya 2008'an namzetiya xwe eşkere kiribû û bi vî rengî li siyasetê vegeriya bû. Bûtto, 27'ê Kanûna 2007'an hate kuştin. Ji ber ku tedbîrên ewlekariyê ji bo wê bi têrkerî nehate girtin, Serokkomarê wê demê Pervez Muşerref berpirsyar tê dîtin.

Dayika Benazîr Bûtto, Kurdek ji Îsfahanê ye. Bavê wê jî Zulfîkar Alî Bûtto ye ku Serokkomar bû û sala 1977'an piştî darbeya leşkerî hatibû darvekirin.