Di civîna avhewayê de peyama biryardariyê û sozên nû

Li Fransayê, bi beşdariya 50 welatan civîneke bilind a avhewayê hate lidarxistin. Bi vê civînê re biryardariya ji bo têkoşîna li dijî germahiya global hate nîşandan.

Li Fransayê, ku malovanî ji civîna bilind a COP21'ê re kir û Peymana Avhewayê ya 2015'an lê hatibû qebûlkirin, bi beşdariya 50 welatan civîneke bilind a avhewayê hate lidarxistin. Bi vê civînê re biryardariya ji bo têkoşîna li dijî germahiya global hate nîşandan.

Ji civîna bilind a bi navê "One PLanet Summit" re Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron malovanî kir. Di civînê de 12 xalên tedbîrê yên bi navê "Clim acts" hatin qebûlkirin.

Ji parastina çavkaniyên xwezayî heta desteka ji bo aboriyeke dûrî karbonê, gelek tedbîr di nava "Clim acts" de hatin destnîşankirin. Di nava van de polîtîkayên hewldanên lezgîn li hemberî bûyerên xwezayî yên awarte û parastina hawirdor û atmosferê jî hene.

GELEK WELAT WÊ ABORIYA XWE HÊ BÊHTIR 'KESK' BIKIN

Gelek welatên tevlî civîna bilind a li Parîsê bûn ragihandin ku ji bo pêşîgirtina li germahiya global wê tedbîrên zêdetir bigirin. Welatên Norwêc, Erebîstana Siûdî, Qatar, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Qûweyt û Zelanda Nû jî soz dan ku wê aboriya welatê xwe bigîhin asteke 'kesk'. Ji bilî Zelandaya Nû ku sewalkarî û cotkarî lê xurt e, hemû welatên din aboriya xwe xwe dispêrin hilberîna petrolê yan jî gaza xwezayî.

ŞÎRKET JÎ WÊ RAZEMENIYÊN XWE JI BO PARASTINA AVHEWAYÊ BIKIN

Di civîna bilind de ku li Boûlogne-Bîllancoûrt a nêzî Parîsê hate lidarxistin de, yek ji armancên herî girîng ew bû ku aktorên aboriyê yên razemeniyê dikin, ji bo kirina 'razemeniya kesk' bên teşwîqkirin. Gelek şîrketên pir neteweyî yên tevlî civîna bilind bûn soz dan ku wê enerjiya dikare bê nûkirin û guhertina avhewayê jinedîtî ve neyên û di razemeniyên xwe de giraniyê bidin ser vê yekê.

Weqfa Bîl Gates û gelek saziyan soz dan ku wê bi sedan milyon dolarî razemeniyê ji bo lêkolînkirina çandiniya nû ya li welatên xizan, bi taybetî li Afrîkayê bikin, ku ev lêkolîn ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve tê kirin.

BANKA CÎHANÊ FÎNANSMANA PETROLÊ Û GAZA XWEZAYÎ DISEKINÎNE

Yek ji gavên herî girîng ên civîna bilind a li Parîsê jî ew bû; Banka Cîhanê ragihand ku wê krediya ji bo hilberîna enerjiya fosîl dide, bisekinîne.

Banka Cîhanê diyar kir ku ji sala 2019'an û pê ve ji bilî 'rewşa awarte' ew ê fînansmanên bi vî rengî bi temamî bisekinînin.

Serokê Banka Cîhanê Jîm Yong Kîm li ser biryarê axivî û got, "Êdî dem hatiye ku em bibin mînak."

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî destnîşan kir ku eger tedbîrên lezgîn û hevpar neyên girtin, ji aliyê pêşîgirtina li guhertina avhewayê ve dibe ku ew dereng bimînin.

Macron got, "Kêm maye em di têkoşîna dijî germahiya global û guhertina avhewayê de têk biçin" û diyar kir, eger ew bi lez tevnegerin, ya ku rû bide wê dram be.