Di çapemeniya Fransa û Elmanyayê de berxwedana Efrînê derket pêş

Çalakiyên ji bo berxwedana dîrokî ya Efrînê, giyanê seferberiyê yê gel, qetlîamên artêşa Tirk û windahiyên wê, di çapemeniya Elmanya û Fransayê de têra xwe cih girt.

Di rojnameya bi navê Lîberatîon a Fransayê de çalakiyên gelên Kurd ên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û daxuyaniyên partiyên siyasî cih girt.

LÎBERATÎONÊ JI RÛSYAYÊ RE GOT ‘NEBE HEVKARÊ QETLÎAMAN’

Di nûçeyê de wêneyê meşa li Efrînê hate belavkirin a ku bi sed hezaran kes beşdar bûbûn û hate gotin “Otorîteyên Kurd ên li Efrînê: Divê Rûsya dev ji hevkariya sûc a bi Enqereyê re berde.”

CAPÎTAL: SÎVÎL JI BO ENÎ Û NEXWEŞXANEYAN DI SEFERBERIYÊ DE NE

Kovara ekonomiyê ya mehane ya Fransayê, Capîtal li ser malpera xwe nûçeyek belav kir û diyar kir ku gel li hemberî dagirkeriyê di nav seferberiyê de ye. Di nûçeyê de wêneyên şervanên ciwan hatin parvekirin ên ku dixwazin li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê şer bikin.

Di nûçeyê de hate gotin ku gelek kesên sîvîl ji bo biçin eniyan şer bikin û li nexweşxaneyan ketine seferberiyê. Di nûçeyê de daxuyaniyên rayedarekî YPG’ê jî heye û rayedarê YPG’ê diyar kir ku gelek kes hene ku ji bo biçin eniyên şer serî li wan dide.

ÇAPEMENIYA ELMANYAYÊ CIHEKÎ BERFIREH DA ÇALAKIYÊN PIŞTGIRIYÊ

Çapemeniya Elmanyayê cihekî berfireh da çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û diyar kir ku windahiyên artêşa Tirk roj bi roj zêde dibe.

Frankfûrter Rûndshaûyê jî bi manşeta ‘Piştgiriya ji bo Kurdên Efrînê’ wêneyên çalakiya li Frankfûrtê belav kir ya ku bi hezaran kes beşdar bûbûn.

Bayerîscher Rûndfûnk, Tagblatt, Kolner Stadtanzeîger, Schwäbîsches Tagblatt jî tê de gelek rojname û kovaran cihekî fireh dan çalakiyên ji bo Efrînê.

DW BAL KIŞAND SER WINDAHIYÊN LEŞKERÊN TIRKIYEYÊ

Radyoya Deûtsche Welle (DW) jî bal kişand ser windahiyên leşkerên artêşa Tirkiyeyê. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku tenê duh 7 leşkerên artêşa Tirkiyeyê hatine kuştin û roj bi roj Tirkiye di şer de derbên giran dixwe.

Spîegel Onlîneyê jî bal kişand ser girtina xwepêşanderên ji bo Efrînê.