Di bomberdûmana li Şamê de 2 kes birîndar bûn

Di êrîşa bombeyî ya li paytexta Sûriye Şamê pêk hat de, 2 sivîl birîndar bûn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sana li taxa El Merce ya dikeve navenda Şamê bi kamyoneke bombebarkirî êrîşek pêk hat.

Hate ragihandin ku di êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn. Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê jî bombe li bin wesayîteke leşkerî hatibû bicihkirin. Hê kesê êrîş li xwe negirtiye.

Roja Sêşemê jî li Şamê li taxeke cihê bi heman rêbazê teqînek pêk hatibû, 5 kes birîndar bûbû.

Her wiha 10’ê Sibatê jî di êrîşa bombeyî ya li nava wesayîtekê bicihkiribû de jî, birîndar çêbibûn.

Ji sala 2011’an û vir ve di şerê navxweyî de ku her çend li Şamê êrîş pêk hatibin jî, piştî sala 2018’an û şûnde ketina kontrolê ya herêma Şamê tevahî êrîş kêm bibûn.

Êrîşên dawî piştî kûrbûna aloziyên di navbera Tirkiye û rejîma Sûriye ya li Idlbibê û şûnde pêkhatina wan balê dikişîne ser xwe.