Di 11 rojan de zêdeyî milyonek mirov bi vîrûsê ketin

Li tevahiya cîhanê hijmara pêketiyên Covîd-19'ê ji 5,6 milyonî bihurî. Di 11 rojên dawî de ji 1 milyonî zêdetir mirov bi vê vîrûsê ketin.

Heta saet 11.00'an li hemû cîhanê hijmara pêketiyan zêde bûye. Li gorî worldmeters.info û ncov2019.live hijmara pêketiyan bi ser 5.601 milyon kesî ketiye.

Li hemû cîhanê di nav mehekê de hijmara pêketiyan du caran li xwe zêde kiriye, tenê di nav 11 rojên dawî de 1 milyon kes bi vîrûsê ketiye.

Lê ji ber ku gelek welat testan pir kêm dikin texmîn ew e ku hijmara rast a pêketiyan zêdetir be. Sêyeka pêketiyan li parzemîna Ewropa û Emerîkayê ye.

Kesên ku bi vîrûsa nû mirine ji 348 hezaran zêdetir in. Li Ewropayê 2 milyon û 47 hezar pê ketine û 172 hezar kes mirine. Li Emerîkayê jî 1 milyon û 700 hezar kes pê ketine û 98 hezar kes mirine.

Li gorî welatan piştî DYE'yê herî pir li Brezilyayê hijmara pêketiyan zêde ye, 376 hezar kes bi Covîd-19'ê ketine, piştî Brezîlya bi 362 hezar pêketî di rêzê de ye.