Dewleta yekemîn ku koleyan bi serhildanê ava kirine: Haîtî

Di 22-23’ê Tebaxa 1791'ê de bi çirûska li koloniya mêtingeriyê ya Saînt-Domîngûeyê, yekemîn serhildana serketî ya dîrokê hatibû destpêkirin.

23’ê Tebaxê ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî Roja Bibîranîna Qedexekirina Bazirganiya Koleyan hatiye îlankirin, ji bo koleyên li dijî mêtingeriya Fransayê şer kirine û azadiya xwe bi dest xistine jî rojeke dîrokî ye.

KOLONIYA ‘BI ADAN’ A FRANSAYÊ BÛ

Koloniya Fransayê ya ku di sala 1627’an de li Karabîkan li aliyê rojava yê girava Hîspanyolayê hatibû avakirin, bi hilberandina qamîşên şekir ji bo Keyîtiya Fransayê mêtingeriyeke girîng e.

Siyaseta mêtingeriyê ya Fransayê ya li ser Afrîka û parzemînên din di sedsalên 18-19’an de hatibûn avakirin lê mêtingeriyên li Amerîkaya Bakur û Karayîpan di sedsala 16’an de hatibû avakirin.

Di sala 1697’an de bi peymana Ryswîck a ku di navbera Îspanya û Fransayê hatibû îmzekirin re ji bo ewlekariya giravê tedbîra çalakiyên keleşiyê hatibû avakirin.

QAMÎŞÊ ŞEKIR, QEHWE, PEMBO Û KAKAO…

Di serê salên 1600’î de bi Kardînal Rîchelîeû re êdî mêtingerî bi awayekî tund dihat pêkanîn.

Li Fransayê piştî sedsala 17’an piştî Loûîsê 14’emîn keyîtiyê zêde mesref dikir, pêkutî li gelan dihat kirin û bi dahata ji mêtingeran dewlet li ser piyan dima.

Bi destê keleşan bazirganiya koleyan dihat kirin û piştî salên 1700’î li Saînt-Domîngûeyê pembo, qehwe, kakao û gelek tiştên din, dihatin çandin û ajotin.

90 JI SEDÎ KOLE BÛN

Koloniya Saînt-Domîngûeyê ya ku di sala 1627’an de hatibû avakirin, koloniyeke wisa bû ku herî zêde kole lê hebûn. Li gorî texmînan Fransayê heta salên 1800’î nêzî 2 milyon kole ji Afrîkayê aniye Amerîkayê û ji sedî 45’ê van koleyan jî anîna koloniya Saînt-Domîngûeyê.

Li Saînt-Domîngûeyê ya ku koleyan serî hildane û dewlet ava kirine di sala 1713’an de hejmara koleyan 24 hezar bû lê di sala 1791’an de bi giştî 600 hezar kes lê dijiya. Nêzî 500 hezar kes kole bûn ên ku tu mafên wan tunebû û koleyên bi navê ‘Affranchî’ ên ku piçekî mafên wan hebû jî nêzî 40 hezarî bûn.

Di serjimariyeke di sala 1788’an de nifûs 455 hezar e û hejmara kesên ‘spî’ 28 hezar, ‘reşikên azad’ 21 hezar in û nêzî 405 hezar jî kole bûn.

Zarokên koleyan xwediyên hin mafên sînorkirî ne. Qedexe bû ku van kesan şûr hilgirtina û di nav civatê de ji wan re bigotina ‘Monsîeûr’ (Mêr).

Lê 500 hezar kole jî pêkutiyeke dermirovî li ser wan dihat kirin û di şertên mirinê de dixebitîn.

NÎVÊ ÎXRACATA FRANSAYÊ JI VÊ DERÊ DIHAT KIRIN

Ji sedsala 17’emîn û vir ve Saînt-Domîngûe ji bo Fransayê dahateke baş bû.

Tê texmînkirin ku ji pênc parên îxracata Fransayê du parên wê li ser vê derê bûn.

GELEK SERHILDAN HATIBÛ ŞIKANDIN

Gelek koleyên Afrîkayî di temenekî ciwan de jiyana xwe ji dest didan û bi nexweşiyên giran diketin.

Di sala 1697’an de nêzî 300 koleyan serî hildabûn û serhildana wan hatibû şikandin. Serhildanên piştî vê jî rastî heman aqûbetê hatibû.

Sedema herî girîng a têkçûna serhildan ev bû ku teknîkên leşkerî û dîsîplîna koleyan tunebû.

WEKHEVIYA ŞOREŞÊ NEHATE PÊKANÎN

Pêvajoya ku koleyên Saînt-Domîngûeyê serî hildabûn lezandibû, Şoreşa Fransayê bû. Piştî ku di 14’ê Tîrmeha 1789’an de şoreşê dest pê kiribû û di 26’ê Tebaxê de Danezana Mafên Mirov û Hemwelatiyan li mêtingeriyan nedihat pêkanîn.

Ji bo taloqkirina serhildanan mafê hilbijartinê didan hin ‘reşikên azad’ û bazirganên ‘spî’ jî ji bo berjewendiyên xwe dixwestin ku li hemberî Fransayê serxwebûna xwe îlan bikin.

Lê gelek melezên Mûlatto yên ku Vîncent Ogé tê de alîgirên azadiyeke zêde bûn.

CIVÎNA BOÎS-CAÎMAN Û RAGIHANDINA AZADIYÊ

Destpêkê şerê ku di navbera bazirganên melez û spî û cotkaran de destpêkirî, carinan hate wê astê ku ji bo ku kole şer bikin çek dane wan. Piştî vî şerî li nav koleyan fikra azadiyê baştir geş bû. Ango wan deman reşikên ku ji wan re digotin ‘reşikên bi rengê qehweyî’ ku ji koledariyê reviyabûn û xwe li daristanan girtibûn heqê weke yên spiyan dixwestin.

14’ê Tebaxa 1791’an di merasîmeke dînî ya Vudu de ku li Boîs-Caîmanê dest pê kirî daxwaza azadiyê bi fermî hate ragihandin, 22-23’yê Tebaxê 1791’an agirê serhildanê hate pêxistin. Di nav rêberên serhildanê de rêberên Jean-Françoîs Papîllon û Georges Bîassou û rêberekî dînî yê bi navê Boukman hebûn. Bi destpêka raperînê re bi sedan zeviyên zilikên qehwê û şekir hatin şewitandin, bi bandora êşkenceya bi sedan salan jî tundiyê berê xwe da bazirganên spî û cotkarên spî. Bi destpêka raperînê de melezên ku ji bo tola Vîncent Ogê hilînin jî destek dane serhildanê ku Ogê bi fermaneke Parîsê Sibatê hatibûn kuştin.

BI ZÎREKIYA LEŞKERÊN TOUSSAINT LOUVERTUR

Di wan deman de her çendî hijmara wan kêm bû jî, avantaja koleyan ku pir zehmet bû heq ji leşkerên Fransiz derkevin, li ser serê wan leşkerekî bi navê Toussaînt Louverture hebû ku kurê koleyekî ji Benînê bû û piştre wê navê wî bibûya Toussaînt Brêda. Toussaînt Louverture ku 1776’an ji koledariyê derketî xwedî 13 hektar erd hebû û 20 koleyan bû bi astekê perwerde standibû.

Bi destpêka serhildanê re zîrekiya leşkerî ya Toussaînt kete bin emrê Georges Bîassou û vê jî kiribû ku melez û kole bi disîplînê şer bikin. Toussaînt di heman demê de destpêkê neçar mabû ku pêşî bi Georges Bîassou û Jean Françoîs re şer bike, ku ev di rewşa lîdertiyê de bûn. Hem ji ber rêbazên şer û ji ber cihêtiya komên reşik û melez di nav serhildêran de şer derdiket.

Dema ku raperîn berdewam dikir biryara ‘hemû mirov azad in’ a li Parîsê ku 28’ê Adara 1792’an hatî standin, dîsa israra wê bû ku kole wekhev nedihatin dîtin. Vê biryarê nîşan dabû agirê serhildanê yê ku li Saînt-Domîngûeyê destpêkirî ji bo Fransayê di dest xwe de bigirin têrê nake.

Spanya ku 1793’an li dijî Fransayê şer ragihandî dema ku rojhilatê giravê dagir dikir, teklîfa şer dabû Georges Bîassou û Toussaîntê. Bi qebûlkirina  vê teklîfê re Toussaînt de Brêdê hatibû ser artêşeke ji 4 hezaran a ku ji reşikan pêk hatibû.

BI RAKIRINA KOLEDARIYÊ LI DIJÎ FRANSA Û WELATÊ DÎ ŞER KIR

Dema ku raperîn didomî rêberên Şoreşa Fransayê li şûna ku rastiyê bibînin, serhildana li dijî rakirina pergala qerantiyê dîtin. 1793’an komîser Sonthonax û Polverel ku bi leşkerên xwe hatin gelek koleyên ku bi wan ‘dilsoz’ê Komara Fransayê bûn azad kirin.

5’ê Sibata 1794’an jî biryarnameya ku koledarî li hemû mêtingeriyên Fransa radikir hate qebûlkirin. Gelek bazirganên mêtingeran û axayên erd ku ev ji xwe re taloke dîtin hewara xwe gihandine Ingilîstanê û 7 hezar û 500 leşkerên Ingilîz ji Jamaîcayê çûne Porte-au-Prînceyê. Jean Françoîs Papîllon ku ji Spanyayê desteka hewce nedît reviya, Toussaînt Louverture bi Fransayê ku rakirina koledariyê qebûl kir, li hev hat, yekîneya Fransiz a bi fermandariya Vîctor Hugues jî tevlî yekîneyên Fransiz bû. Bi têkçûna Ingilîzan re Tousaînt Louverture bû parlamenter, 1798’an yekîneyên Ingîlîz jî teslîm bûn.

LOUVERTURE TÊK DIÇE

Louverture ku li giravê serweriya Fransiz qels kir, ji bo koleyên dî jî bû şikestina hêviyê. Louverture mecbûrî kir ku reşik di çandinê de bixebitin, piştî ku lîderên dî yên melezan jî têk bir bû tekane serwerê giravê. Ligel vê jî 1801’ê bi Destûra xweser a Saînt Domîngûe re li dijî Fransayê ber bi serxwebûnê ve diçû. Heman salê Napolyon Bonaparte ku bi Ingîlîzan re peyman danî li dij vê derket. Napolyon 1801’ê yekîneyên ku ji 31 hezar leşkerî pêk dihatin, ên bi fermandariya Charles Leclec şand giravê, li vir dîsa serweriya Fransayê danî.

Gelek generalên Louverture ên weke Jean-Jacques Dessalînes radestî Fransayê bûn, Gulana 1802’an ew jî neçar mabû ku vekişe. Dessalînes ku radestî general Leclerc bûyî kiribû ku lîderê Hezîranê Loverture jî radest bibe. Louverture piştre birin Fransayê, 1803’an li girtîgeha Fort de Jura jiyana xwe ji dest da.

DESSALÎNES Ê KU RADEST BÛYÎ DÎSA RABÛ

Dessalînes ku dema Louverture hatî girtin radestî Napolyon bûyî û lîderên dî jî di demeke kurt de rabûne ser piyan. Ji ber ku 1802’yan Leclerc û gelek leşkerên wî bi qotikê miribûn.

Serhildêran ji xwe re fersend dîtin ku wê demê Napolyon berê xwe dabû şerê Ewropayê û bi ser de Louîsîana ya eyaleta 7’an a DYA ku niha li Bakurê Emerîkayê ye bi 15 milyon dolarî bifiroşe DYA’yê. Dessalînes ev fersend bi kar anî di demeke kurt de serhildan geş kiribû. 

Serhildêran di demeke kurt de serkeftinên mezin bi dest ve anîn, 18’ê Mijdarê 1803’an di şerê Vertîêresê de 2 hezar leşkerên Fransiz têk birin. Bi vî rengî di dîroka dinyayê de yekem car dewleta koleyên serhildêr, ‘Komara Haîtî’, 1’ê Çileya 1804’an hate ragihandin.

Ji ber têkoşîna salên 1791-1803’an, şerê navxweyî yên komên serhildêr, îxanet û tifaqan û ji ber sedema ku yekem dewleta serhildêran bû tê qebûlkirina ku di dîroka dinyayê de cihê Haîtî cuda ye.