Dewleta Tirk nakokiyên li Qibrisê mezintir dike

Dewleta Tirk gavên mezinkirina nakokiyên li Qibrisê dayî destpêkirin dewam dike. Li Bakurê Qibrisê ya dagirkirî SÎHA’ya xwe ya yekem bi cih kir.

Drona bi tîpa TB2 a Bayraktar li balafirgeha Geçîtkale ya li herêma bajarê peravê Gazîmagûs yek ji devera Qibrisê ku hatiye dagirkirin bi cih kiriye.

Cara yekeme kul i vê balafirgehê droneke Tirk vedide. Ev bicihkirin li herêmê rê li ber mezinkirina nakokiyê vekiriye.

Peyman adi navbera Tirkiye û Lîbya ya di dawiya meha Mijdarê ya li herêma sînorê behrê hatibû îmzekirin, nakokî hê mezintir kir.

Di serî de Yewnanistan û Qibris gelek welatan ev peyman şermezar kir. Ev peyman rê li ber bimafbûna zêde ya li herêmeke berfireh a Behra Spî ya Enqerê vedike.