Dest li çalakgerên xwe li dibistanekê girtin hate werdan

Li Fransayê, piştî çalakiyên karmendan ên duh hatin lidarxistin, komek ji xwepêşandêran xwe li lîseyekê girtin. Lê belê hêzên ewlekariyê dest li wan werdan û zêdeyî sed kes destgîr kirn.

Bi beşdariya bi sed hezaran karmendên cemaweriyê xwepêşandanên protestoyî hatibûn lidarxistin. Xwepêşandana herî mezin jî li Parîsê pêk hatibû. Piştî şer û rageşiya li qada çalakiyê, zêdeyî sed çalakgeran xwe li Lîseya Arago ya li herêma 12. a li Parîsê girtibûn.

Di daxuyaniya emniyeta Parîsê de hate ragihandin, di çalakiyên nava rojê de 24 çalakger hatine destgîrkirin û gelek çalakgeran avahiya lîseyekê dagir kirine.

Li gorî daxuyaniyê, çalakgerên ku xwe li avahiya lîseyê girtin, piştre ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi zorê hatin derxistin. Her wiha 101 xwepêşandêr bi hinceta "kontrola nasnameyê" hatin destgîrkirin.

Li gorî sendîkayan duh li 130 bajarên cuda yên Fransayê grev û xwepêşandan hatin lidarxistin û bi sed hezarna kes tevlî bûn.