Derbarê 40 wezîr û parlementerên Iraqê biryara destgîrkirinê hate dayîn
Desteya Destpakî ya Iraqê ragihand ku ji ber sûcdariya gendelî û nelirêtiyê derbarê 40 wezîr û parlementeran biryarra destgîrkirinê hatiye dayîn.
Desteya Destpakî ya Iraqê ragihand ku ji ber sûcdariya gendelî û nelirêtiyê derbarê 40 wezîr û parlementeran biryarra destgîrkirinê hatiye dayîn.
Li gorî daxuyaniya Desteya Destpakî ya Iraqê, Desthilata Dadweriyê bi rêya ofîsa lêkolînê ya Bexda û parêzgehên din ên Iraqê, ji bo 40 parlamenter û wezîran biryara destgîrkirinê daye.
Fermana destgîrkirinê di dawiya meha Hezîranê hatiye dayîn û tê diyarkirin derbarê 3 parlementerên berê û niha jî biryara destgîrkirinê hatiye dayîn. Di nav kesên wê werin destgîrkirin de wezîrên berê û niha yên hikumetê jî hene.