Dêra Protestan hewl dide ku rista xwe ya di qirkirina Namîbya de bi xwe bide jibîrkirin

Dêra Protestan a Elmanya (EKD) ji ber para xwe ya di sûcê qirkirina Namîbya de lêborîn xwest.

Piştî ku Elmanya sûcê xwe yên di qirkirina Namîbya ya salê 1900’î de qebûl kir Dêra Protestan a Elmanya (EKD) rojên bihûrî lêborîna xwe xwestibû. Li gorî EKD’ê biryara lêborînê piştî demeke lêkolîna zanistî a demeke dirêj a li ser serdem mêtingeriyê hatiye standin.

Rêveberê EKD’ê psîkopos Petre Bosse- Huber ku ji Deutsche Wele re axivî diyar kir xebatên têkildarî qirkirina gelên Herero û Nama ku di navbera 1904-1908’an bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dabûn, 12 salan dom kiriye.

Rêveberê EKD’ê diyar kir di dema qirkirnê de hin endamên Dêrê yên li Namîbyayê xwedî ristên cuda jî bûne û hin rêveberan jî destek dane gelê Namîbya. Petra Bosse-Huber diyar di heman demê de hin endamên dêrê jî hişkere destek dane Imparatoriya Elman û rola wan di qirkirinê de hebûye.

Petra Bosse-Huber diyar kir xebatên zanistî yên bi mebesta lêkolîna li ser rola Dêra Proteston a Namîbayê 2007’an dest pêk iriye û got bi partnerên xwe yên Namîbyayê bi civîna Çile biryarên girîng standine. Tê payin ku di nav vê çarçoweyê de xebatên avakirina saziya bi navê Enstîtûya Aştî û Pêşketinê ya Elman-Namîbya were lezandin û cihê ku Namîbya û Elmanya qirkirin lê pêk anîne û bîrdarî werin diyarkirin.