Dendika Rojê ji gelemperiya Rojê zûtir dizîvire
Li gorî lêkolînekê ku di kovara Astronomy & Astrophysics de hate weşandin, dendika bingehîn a Rojê hefteyê carekê li dora xwe digere û ev yek ji gera li dora xwe ya tevahiya Rojê gelekî zûtir e.
Li gorî lêkolînekê ku di kovara Astronomy & Astrophysics de hate weşandin, dendika bingehîn a Rojê hefteyê carekê li dora xwe digere û ev yek ji gera li dora xwe ya tevahiya Rojê gelekî zûtir e.
Li bajarê Nîce yê li başûrê Fransayê, der barê mijarê de mala çavdêriyê ya bi navê Solar and Heliospheric Observatory (Soho) çavdêrî û pîvandin kir. Di encamê de hat tespîtkirin ku Dendika Rojê ji giştiya Rojê bi 4 qatan zûtir digere.
Eşkere bû, ku Dendika Rojê ku germa wê 16 mîlyon celcîûs e, hefteyê carekê li dora xwe digere.
Li gorî vê lêkolînê, ku tespît kir Dendika Rojê ji ser rûyê wê zûtir digere, li herêma ekvatorî ya ser rûyê Rojê ev gera li dora xwe 25 rojan dewam dike. Gera li dora xwe, li herêma cemseran a Rojê digihêje 35 rojan.
Zaynarê fezayê Roger Ûlrîch, ku yek ji endamê vê lêkolînê ye, anî ziman ku cudahiya navbera gera dendik û giştiya Rojê, balkêş e.
Ûlrîch da xuyakirin ku rotasyona dendikê ji 4,6 mîlyar sal beriya niha ji dema avabûna Rojê maye, lewma cudahî di navbera gera dendik û ser rûyê Rojê heye.
Di nava 20 salên dawî de gelek teorî ketin rojevê ku digotin, dendika Rojê ji giştiya wê zûtir digere, lê belê heta niha rotasyona dendikê nehatibû pîvandin.