Delîl Zîlan: Projeya Rêber Apo firsendeke mezin e
Rojnamevan Delîl Zîlan, peymana li Şamê weke destketiyeke mezin nirxand û destnîşan kir ku projeya Rêber Apo ji bo tevahiya Rojhilata Navîn firsendeke mezin e.
Rojnamevan Delîl Zîlan, peymana li Şamê weke destketiyeke mezin nirxand û destnîşan kir ku projeya Rêber Apo ji bo tevahiya Rojhilata Navîn firsendeke mezin e.
Rojnamevan Delîl Zîlan diyar kir ku Kurd wê di nava hevsengiya Rojhilata Navîn veguherin navend û hêzeke girîng û destnîşan kir ku bi banga Rêber Apo re paşerojeke cuda gengaz bû.
Rojnamevanê ji Rojavayê Kurdistanê Delîl Zîlan li ser banga dîrokî ya Rêber Apo û peymana li Şamê hate îmzekirin ji ANF'ê re axivî. Zîlan diyar kir ku ew peymanê girîng dibîne û destnîşan kir ku 8 xalên peymanê çarçoveyeke giştî û asta pîvanî ye. Zîlan got, "Rêveberiya demkî ya li Şamê bi zexta dewleta Tirk xwest, QSD xwe fesih bike û bi hemû tiştên xwe derbasî nava hikumeta Şamê bibe. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û heyeta QSD'ê li ber vê rabû û diyar kir ku bi nîqaşên li ser komîsyonan dikarin li hev bikin."
REFERANSA HEVPEYMANA CIVAKÎ
Delîl Zîlan ragihand ku hevpeymana civakî ya ji 134 xalan ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk beriya niha weşand, di wê astê de ye ku hemû cihêrengiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hembêz û temsîl bike û got, "Li ser bingeha encamên vê yekê hevdîtin li Şamê hatin kirin. Li pişt perdeya peymana ji 8 xalan jî ev kar heye."
KURD DIBIN ŞIRÎKÊ TEVAHIYA SÛRIYEYÊ
Delîl Zîlan anî ziman ku bi peymanê re Kurd dibin şirîkê Sûriyeya nû û got, "Kurd tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê namînin. Kevneşopiya HTŞ an jî lîderê wê di pozîsyoneke welê de nîne ku karibe temamiya Sûriyeyê hembêz û temsîl bike. Eger Sûriye wê bi rengekî demokratîk bê avakirin, pratîka 13 salan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk heye. Em qala wê pratîkê dikin ku dikare demokrasiyê bi cih bîne, cihêrengiyan hemûyan temsîl bike. Di nava salekê de em dikarin Mazlûm Ebdî weke Serokê Sûriyeyê bibînin. Em qala destketiyeke bi vî rengî dikin."
KURD ÊDÎ AKTOREKÎ HERÊMÎ YE
Delîl Zîlan diyar kir ku li herêmê sînor guherî ye, welatên weke Îran û Tirkiye jî ji ber ku statuya berê bi dawî dibe ditirsin û got, "Rastiyeke Kurdistanê heye ku bi çar parçeyan hatiye parçekirin. Kurd êdî Kurdên berê nînin. Îsraîl ne bi Tirkiyeyê re ne jî bi Îranê re têkiliyeke mîna ya berê danîne. Kurd di nava hevsengiya nû de wê bibin navend û hêzeke girîng."
PROJEYA ÇARESERIYÊ YA JI BO TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN
Delîl Zîlan banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27'ê Sibatê bi bîr xist û destnîşan kir ku ev perspektîf ne tenê ji bo Kurdistanê, lê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn firsendeke mezin û çareserî ye. Delîl Zîlan anî ziman ku şer, rijandina xwîn û rondikên çavan ji bo Rojhilata Navîn qeder nîne û got, "Rêber Apo bi banga xwe re nîşan dide ku paşerojeke cuda dikare pêk were û dixwaze demokrasiyê mayinde bike. Eger ev bibe, kesek wê bi hêsanî nikaribe şerê mezhebî, entîkî û olî bidin destpêkirin."
HESABÊN LI SER ŞER XERA DIKE
Delîl Zîlan diyar kir ku di nameya Rêber Apo de ya ji bo Rojava şand, li şûna şer û hilweşînê perspektîfeke çareseriya pirsgirêkan û bidawîkirina şer hebû û got, "Ev perspektîf ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelan hemûyan girîng e. Hêza Rêber Ocalan a çareseriyê li Rojhilata Navîn tê zanîn. Lewma hemû hesabên li ser şer hatin kirin, xera kir."