De Mîstûra: Bêyî Kurdan qet nabe

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyeyê De Mîstûra diyar kir, nabe ku Kurdên Sûriyeyî jinedîtî ve bên û got, rîsk heye ku DAÎŞ ji nû ve vegere ser xwe.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra ku rêveberê Hevdîtinên Cenevreyê yên Neserketî ye û çend roj berê dest ji wezîfeya xwe ya çar sal û nîvan berda, bersiv da pirsên televîzyona dewletê ya Swîsreyê RTS.

De Mîstûra diyar kir, li Sûriyeyê pêkanîna aştiyê zehmet e, lê pêwîst e û li ser biryara Emerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê got, "Lê divê neyê jibîrkirin ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ji aliyê dîplomatîk ve vê pêvajoyê didomîne."

De Mîstûra vekişîna DYE'yê ji bo Kurdan weke demeke zehmet bi nav kir û got, "Lê belê rêxistiniya Kurdên li Sûriyeyê xurt e. Divê neyê jibîrkirin; hebûneke Kurdan a welê heye ku bêyî wan nabe."

De Mîstûra got, heta ku çareseriyeke siyasî ya hemûgir a şerê Sûriyeyê neyê peydakirin, rîsk heye ku DAÎŞ û komên din ên cîhadîst li xaka Sûriyeyê ji nû ve zindî bibin.

De Mîstûra bi bîr xist, Îran û Rûsya hêzên sereke ne ku hiştin rejîma Esad li ser piyan bimîne û got, "Dibe ku ji aliyê erdnîgarî ve Esad di şer de bi ser ketiye, lê belê ya girîng ew e ku li welêt aştî bi ser bikeve."