DCN'ê têkildarî Sûdanê lêpirsîna sûcên şer da destpêkirin
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) ragihand ku li Sûdanê lêpirsîneke nû ya sûcên şer da destpêkirin.
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) ragihand ku li Sûdanê lêpirsîneke nû ya sûcên şer da destpêkirin.
Ofîsa dozgerê DCN'ê Karîm Khan raporek da Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û di raporê de piştrast kir ku têkildarî bûyerên ji ber dijminahiya heyî çêbûne, lêpirsîn dan destpêkirin.
GELO DÎROK LI DARFÛRÊ XWE DUBARE DIKE?
Ji ber her du generalan ku ji bo desthilatdariyê li hev nakin, sê meh in welêt ber bi kaosê ve tê birin. Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, sala 2005’an dest danî ser vê rewşa li herêmê û derbarê dîktatorê berê Omer El Beşîr biryara girtinê derxistibû.
Di şerê ku ji nîva Nîsanê û vir ve destpê kirî de, herêma Darfûrê careke din kete nava şerên bi xwîn. Di şerê navxweyî yê sala 2000’an de li vê herêmê derdora 300 hezar kes hatibûn kuştin. Di meha Hezîranê de jî herî kêm cenazeyên 87 kesên ku dihat fikirîn ku ji aliyê hêzên paramîlîter û tifaqên wan ve hatine kuştin, di goreke komî de hatin dîtin.
Karîm Khan di Konseya Giştî ya NY’ê de diyar kir ku dîrok bi rîska xwe dubarekirinê re rû bi rû ye.
Dozger got: “Ez peyameke vekirî ji yên xwedî çek, aliyên mûharîb ku bawer dikin çi dixwazin dikarin bikin, her fermandar û her leşkerê re dişînin; bi zanebûn êrîşî sivîl, malên wan û kargehên wan kirin (…) sûcên ku Statuya Romayê qedexe kirin e.”
DYE’yê lêpirsîna nû ya DCN'ê erê kir. Berdevkê Wezareta Karên Hundir Matthew Mîller daxuyaniyek da û ji ber mirinên li rojavayê Darfûrê û cenazeyên ku di gorên komî de hatine dîtin, Hêzên Piştgiriya Bilez û mutefîkên wê sûcdar kir û got: “Zilm û şîdeta li Darfûrê hesabdayînê heq dike.
Ji 15’ê Nîsanê û vir ve di navbera artêşa girêdayî General Abdûl Fettah El Bûrhan û Hêzên Piştgiriya Bilez ên paralîmîlîterên hevkarê wî yê berê General Mûhammed Hamdan Daglo de şerê desthilatdariyê heye. Ev her du hêz berê tifaq bûn. Lê du meh in ji bo desthilatdariyê li dijî hev şer dikin.
Berdêla vî şerî jî sivîlên li welêt didin. Di şeran de heta niha nêzî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 milyon kes rû bi rûyê koçberiyê man. Beşek ji van neçar man ku di nava welêt de cihê xwe biguherînin û beşek din jî neçar man ku ji welat birevin.