Daxwaza ji bo refandûma serxwebûna Bavyerayê nehat qebûlkirin

Daxwaza referandûma ji bo serxwebûna eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, nehat qebûlkirin. Hikum hat dayîn ku ev serlêdana li Dadgeha Destûra Bingehîn hatiye kirin, neyê nirxandin.

Kesekî ji Bavyerayê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal a li bajarê Karlsrûheyê da bû û xwestibû, ji bo eyalet ji Elmanyayê qut bibe referandûm were lidarxistin.

Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da, ku eyalet 'Di mijara Destûra Bingehîn de ne xwedî mafê gotinê ne', lewma daxwaza veqetîna ji Elmanyayê li dijî sîstema destûra bingehîn e.

Li gorî hiqûqnasên Destûra Bingehîn a Elman, li ser qutbûna yek ji 16 eyaletên Elmanyayê ji welêt, ti xal nîne. Lewma eger eyaletek bixwaze cihê bibe, lazim e ev daxwaza wê ji aliyê hemû eyaletên din ve bê erêkirin.

Bavyera bi erdê xwe yê ji 70 hezar kîlometreçaroşeyî eyaleta herî mezin a Elmanyayê û bi 12,7 mîlyon nifûsa xwe re duyemîn mezintirîn eyaleta Elmanyayê ye. Tê zanîn, beşeke girîng a mirovên li vê eyaletê dijîn, alîgirê serxwebûnê ne. Beriya niha bi çend salan hin anket hatibû kirin û li gorî vê yekê yek ji çar parên mirovên li vê eyaletê dixwazin serbixwe bibin, du ji pênc paran jî dixwazin di nava Elmanya Federal de hê bêhtir xweser bin."