Daxwaza betalkirina Meclîsa Damezrîner a Madûro nehat qebûlkirin

Dadgeha Bilind a Venezûelayê, serlêdana li dijî Meclîsa Damezrîner a Serokdewlet Maduro hate kirin, qebûl nekir.

Mûxalefeta rastgir, di mehên dawî de ji bo îstifakirina Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro xwepêşandanan lidar dixe. Dozgeriyê, li dijî biryara Madûro ya Meclîsa Damezrîner, ku wê destûra nû ya bingehîn amade bike, serî li dadgehê da. Dadgeha Bilind (TSJ) ev serlêdan red kir.

Madûro diyar kir, ji bo pêşî li şîdeta li welêt were girtin, divê Meclîsa Damezrîner tavilê dest bi kar bike. Madûro di meha bihurî de ev meclîs ragihandibû, ku wezîfeya xwe ya sereke amadekirina destûra bingehîn a nû ye.

Dozgera Giştî ya Venezûelayê Lûîsa Ortega, ji bo betalkirina Meclîsa Damezrîner serî li dadgeriyê da. Dadgerên Dadgeha Bilind ev serlêdan nirxandin û hikum dan ku serlêdan 'ne ya qebûlkirinê' ye.

DI XWESTIN, ENDAMÊN MECLÎSÊ JI HER BAJARÎ Û HER BEŞÊN CIVAKÎ-ABORÎ PÊK WERIN

Meclîsa Damezrîner wê ji 364 endamên karker, cotkar, masîgir, xwendekar, astengdar, xwecihî, teqawît, nûnerên sektora kar û komunan pêk were.

Hatibû ragihandin, ku nifûs û mezinbûna xwe çawa dibe bila bibe, wê meclîsa damezrîner a her şaredariyekê hebe. Endamên Meclîsa Damezrîner wê li asta herêmî bi dengê veşartî werin hilbijartin. Ev endam wê ji nava dengdêrên herî kêm 18 salî ne, bên hilbijartin. Piştî diyarbûna namzetên ji herêman û sektoran yekser werin hilbijartin, wê Meclîsa Damezrîner di nava 3 rojan de bê avakirin.

Biryara Meclîsa Damezrîner, li gorî xala 347. a Destûra Bingehîn a Bolîvarî hate girtin, ku bi armanca veguherîna dewletê destûrê dide avakirina meclîseke bi vî rengî.