Daxwaza berdana Lula da Silva dîsa nehat qebûlkirin

Ji bo berdana Lula da Silva ku favoriyê hilbijartina serokdewletiya Brezîlyayê bû lê hate girtin, serlêdan hate kirin. Lê ev daxwaz dîsa nehat qebûlkirin.

Lula da Silva ku ji sala 2003'an heta 2011'an serokdewletê Brezîlyayê bû, ji ber sûcdariyên bertîlê 12 sal û mehek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û 7'ê Nîsanê ew biribûn girtîgehê.

Lula da Silva ku di hilbijartina meha Cotmehê de favorî bû anî ziman ku ew bi 'komployekê' hatiye girtin. Da Silva serî li dadgeheke temyîzê ya li Porto Alegre da, lê serlêdana wî ya îtirazê hate redkirin. Bi vê biryarê re parêzerên Da Silva dikarin serî li dadgehên temyîzê yên payebilind bidin.

Ji bo Da Silva karibe tevlî hilbijartina meha Cotmehê bide, divê heta 15'ê Tebaxê cezayê der barê wî de bê temyîzkirin û bi navê Partiya Karker serlêdana namzetiyê ji bo wî bê kirin. Lê bleê biryara dawî wê 17'ê Îlonê ji aliyê dadgeha bi şêweyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind ve bê dayin.