Daxuyaniya Civîna Jîngehê ya G7’ê ya ‘derveyî DYA’yê

Di Civîna Wezîrên Jîngehê yên G7’ê de ya li Îtalyayê hat destnîşankirin ku NY ji Peymana Werzê ‘bi paş ve venagere’ û di helwesta DYA’yê de jî tu guherîn çênebû.

Di civînê de daxuyaniya hevpar a Elmanya, Japonya, Îtalya, Fransa, Brîtanyaya Mezin û Kanadayê hate weşandin.

Hat destnîşankirin ku di Civîna Werzê ya 2015 a Parîsê (COP21) de wê ji Peymana Werzê paş ve neyê vegerandin. Hat diyarkirin ku ji bo sekinandina germahiya gerdûnî wê armanca ku divê gazên bi seda kêm bibin, paş ve neyê vegerandin.

 Helwesta Serokê DYA’yê Donald Trûmp di vê civînê de jî dom kir. Wezîrê Jîngehê yê DYA’yê Scott Prûîtt tevî daxuyaniya 6 welatên din nebû.

Di heman demê de têkildarî vê civînê Greenpeaceyê bal kişand ser ‘Rêbertiya G6’ê”.

Li gorî Peymana Parîsê ya ku DYA’yê xwe jê vekişandiye, armanc ev e ku germahiya kurewî herî zêde 2 pileyan zêde bibe. Germahiya sala 1880’î hatiye esasgirtin û tê xwestin ku di sala 2100’î de herî zêde 2 pile zêdetir bibe. Welatên alîgirên vê peymanê diyar kirine ku ew ê hêdî hêdî dev ji enerjiyên fosîlê berdin û berê xwe bidin enerjiyên tên nûkirin û alîkariya maddî bidin welatên hejar.