Daristana herî kevn a Ewropayê ji holê tê rakirin
Li Bîalowîezayê, ku yek ji daristanên herî kevn ên Ewropayê ye û emrê xwe 8 hezar sal e, tevî biryara Dîwana Edaletê jî dar lê tên birîn.
Li Bîalowîezayê, ku yek ji daristanên herî kevn ên Ewropayê ye û emrê xwe 8 hezar sal e, tevî biryara Dîwana Edaletê jî dar lê tên birîn.
Daristana Bîalowîeza, ku li herêmeke ji 150 hezar hektarî ye, di navbera Polonya û Rûsya Spî de ye. Li beşa Polonyayê ya vê daristanê, talaneke mezin heye.
Dîwana Edaletê ya Ewropayê hefteya bihurî biryar da û xwest, birrîna daran tavilê bê sekinandin. Lê belê tevî vê biryarê jî rayedarên Polonyayî hê jî daran dibirin.
Beşa ji 60 hezar hektarî ya vê daristanê li nava sînorê Polonyayê ye. 10 hezar hektar a ji vê herêmê, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke Mîrateya Xwezayî ya UNESCO hatibû qebûlkirin.
BI BAHANEYA KÊZIKAN DAR TÊN BIRÎN
Li Bîalowîezayê, ku yek ji daristanên herî kevn ên Ewropa û gelemperiya cîhanê ye, bi bahaneya kêzikan dar tên birîn.
Bi destûra hikumeta Polonyayê, beriya niha hate plankirin ku di navbera salên 2012-2021'ê de 63 hezar metrekup dar bên birrîn. Par biryar hate dayin ku ev rêje bi 3 qatan bê zêdekirin. Hate ragihandin, ku bi vê biryarê re darên bên birîn wê 188 hezar metrekup be.
JI BO PARASTINA JI KÊZIKAN PÊWÎSTÎ BI BIRRÎNA DARAN NÎNE!
Di daxuyaniya rêxistina Polonyayê ya Greenpeace de hat gotin, tevî biryara lezgîn a Dîwana Edaletê jî birrîna daran didome. Di daxuyaniyê de birrîna daran bi zimanekî tund hate rexnekirin.
Di raporeke Akademiya Zanistiyê ya Polonyayê de hatibû gotin, li daristana 8 hezar salî, şaş e ku dar ji ber hebûna kêzikan bên birrîn. Di raporê de hat destnîşankirin, ku beriya niha jî kêzikan êrîşî vê daristana extiyar kiribûn, lê belê bêyî 'destwerdana mirovan' xwe parastibû.