Darbeya dadgeriya Spanyayê ya li dijî Katalanan didome

Li Katalonyayê amadekarî ji hilbijartinên herêmî re tê kirin, ku bi zorê li ser partiyên alîgirê serxwebûnê hate ferzkirin. Dadgeriya Spanyayê jî hewl dide nûnerên gelê Katalan ên hatine hilbijartin mehkûm bike.

Serokê Herêma Katalonyayê Carles Pûîgdemont, ku encama referandûma 1'ê Cotmehê xiste meriyetê, li Brukselê xebatên ji bo tifaqa neteweyî didomîne. Dadgeriya Spanyayê jî li pey wê yekê ye ku nûnerên gelê Katalan ên hatine hilbijartin mehkûm bike.

Dadgeha Bilind a Spanyayê hikum da ku Seroka Parlamenta Herêma Katalonyayê Carme Forcadell, ji ragihandina serxwebûnê ku 27'ê Cotmehê pêşkêşî dengdanê hate kirin, berpirsyar e. Dadgehê biryar da ku Forcadell herî kêm 150 hezar euro kefaletê bide, di rewşeke berevajî de wê bê girtin.

Berdevkê dadgehê piştrast kir ku eger Forcadell di demeke kin de kefalete nede wê bê girtin.

Serokwezîrê Spanyayê Marîano Rajoy, ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê ji xwe re kir hincet, bi rêya deh hezaran polîsan êrîşî sindoqên referandûmê kiribû û nehiştibû ku herî kêm mîlyonek hilbijêr dengê xwe bidin. Dengdan tevî vê yekê jî hatibû kirin û 43 ji sedî yê 5,3 mîlyon hilbijêrî dengê xwe da bûn. Di encamê de zêdeyî 90 ji sedî yê dengdêran ji bo serxwebûnê gotibûn 'erê'.

Li dijî îlana serxwebûnê ku 27'ê Cotmehê hate kirin, hikumeta Madrîdê xala 155'an a Destûra Bingehîn a Spanyayê xist meriyetê û biryar da ku Serokê Herêma Katalonyayê Carles Pûîgdemont bê girtin. Pûîgdemont hê li Brukselê karê dîplomasiyê dike û ji bo yekîtiya neteweyî dixebite. Pûîgdemont herî dawî roja Sêşemê li Brukselê tevî 200 şaredaran banga yekîtiyê kiribû.

Spanyayê her wiha Parlamenta Katalonyayê ku alîgirên serxwebûnê lê serdest in betal kiribû û biryar dabû ku hilbijartin di 21'ê Kanûnê de bê dubarekirin.