Danûstandinên li ser Qerebaxê dewam dikin

Li Qerebaxê di şerê nû de herî kêm 200 kesî jiyana xwe ji dest dan. Danûstandinên navbera Baku û Erîvanê dewam dikin.

Azerbaycanê di 19'ê Îlonê de li Qerebaxê dest bi şerekî nû kir. Piştî 24 saetan di roja Çarşemê de agirbest hate ragihandin. Di encaam êrîşa Azerbaycanê de herî kêm 200 kesî jiyana xwe ji dest dan, 400 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî axivî û diyar kir ku di vî şerî de 'du alî nîne, aliyek êrîşkar e, aliyek jî mexdûr e'. Mîrzoyan anî ziman ku Azerbaycan ji bo li Qerebaxê 'paqijiya etnîkî bike' dest bi êrîşeke 'neheq û plankirî' kiriye.

Mîrzoyan her wiha ragihand ku Bakuyê li gel bombeyên qedexekirî bombardûmaneke giran kiriye.

Hempîşeyê wî yê ji Azerbaycanê Ceyhûn Bayramov jî Erîvan bi 'sorkirin û piştgiriya cihêkaran' sûcdar kir û îdîa kir ku ya tê gotin 'kampanya dezenformasyonê ye'.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî diyar kir ku aliyan pênc caran agirbest binpê ikrine. Lê belê Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan tevî vê yekê jî diyar kir ku bi giştî li gorî agirbestê helwestek tê nîşandan.

Rayedarên Baku û Qerebaxê dibêjin, ji bo herêm bi ser Azerbaycanê ve jinûve bê entegrekirin, ew amade ne ku li gel her tiştî jî danûstandinan bikin.

Serokkomariya Azerbaycanê hevdîtinên du saetan ên roja Pêncşemê 'çêker' bi nav kir û ragihand ku civîna nû wê di dema herî kurt a pêkan de were lidarxistin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan roja Pêncşemê nerazîbûn nîşan da ku Rûsya ji şerê dawî yê sala 2020'î û vir ve di mîsyona xwe ya parastina aştiyê de ya li Qerebaxê bi ser neketiye.

Êrîşa dawî ya Azerbaycanê bû cihê fikaran ku 120 hezar kesên li Qerebaxê bi rengekî komî koç bikin. Lê belê Ermenistanê ragihand ku veguhastina komî wê neyê kirin.

Li gel vê yekê Nîkol Paşînyan anî ziman ku welatê wî amade ye '40 hezar malbatan' bi rengê penaber pêşwazî bike.

Rayedarekî êvara Çarşemê diyar kiribû ku jin, zarok û extiyar jî di nav de zêdeyî 10 hezar kes hatine veguhastin.