Danûstandinên dîplomatîk ên li ser Koreya Bakur zêde dibin
Piştî ku Koreya Bakur ragihand, bombeya hîdrojenê ceribandiye, danûstandinên dîplomatîk ên têkildarî vî welatî zêde bûn.
Piştî ku Koreya Bakur ragihand, bombeya hîdrojenê ceribandiye, danûstandinên dîplomatîk ên têkildarî vî welatî zêde bûn.
Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), hevdîtinên ji bo ferzkirina pêkanînên nû yên li ser Koreya Bakur dewam dikin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) di dema van hevdîtinan de nerazîbûneke tund nîşan da. Nûnera daîmî ya DYA ya li Neteweyên Yekbûyî Nîkî Haley got, 'rêveberiya Koreya Bakur li pey provokasyonan e' û destnîşan kir, ku pêkanînên tund ferz e.
Haley diyar kir, bi pêkanînên tund çareseriyeke dîplomatîk dikare pêkan be û got, DYA alîgirê şer nîne. Haley destnîşan kir, ku bernameya nukleerî ya Koreya Bakur îro ji her demê bêhtir xetere ye.
ÇÎNÊ TÊKILDARÎ 'ÇALAKIYÊN ŞAŞ' HIŞYARÎ DA
Welatên rojavayî têkildarî Koreya Bakur xwestin pêkanînên tund bên kirin. Lê belê Rûsya û Çîn ku di nava KENY de mafê xwe yê vetoyê heye, helwesteke bi heman rengî nîşan nedan.
Komara Gel a Çînê yek ji wan dewletan e ku Koreya Bakur li qada navneteweyî pê re têkilî daniye. Sefîrê Bilind ê Komara Gel a Çînê Lîû Jîeyî, der barê 'çalakiyên şaş' de KENY hişyar kir.
Lîû Jîeyî bang li aliyan kir û got, "Em ê destûrê nedin kaos û şerê li Koreya Bakur". Sefîrê Bilind ê Çînê careke din pêşniyar kir, ku di berdêla sekinandina ceribandinên nukleerî û moşekên balîstîk ên Koreya Bakur, divê DYA û Koreya Başûr dawî li tetbîqatên xwe yên leşkerî yên li herêmê bînin.
Rûniştina li KENY, piştî mezintirîn ceribandina nukleerî ya rêveberiya Koreya Bakur pêk hat, ku DYA, Fransa, Japonya, Koreya Başûr û Brîtanyayê daxwaza wê kiribûn.
RÛSYA: DIVÊ GAVÊN RÊ LI BER ALOZIYÊN NÛ VEKIN NEYÊN AVÊTIN
Sefîrê Bilind ê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Vasîlî Nebensja jî bang li aliyan kir ku bi berpirsyarî rabin û destnîşan kir, ku divê gavên rê li ber aloziyên din vekin, neyên avêtin.
Sefîrê Bilind anî ziman, ku pirsgirêk bi rêbazên leşkerî çareser nabe û ragihand, divê kes bi hestên xwe ranebin. Sefîrê Bilind ê Rûs got, krîz gihîştiye asteke xetere.
ELMANYA, DYA Û KOREYA BAŞÛR DAXWAZA PÊKANÎNÊN TUND DIKIN
Wekî din, Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel bi rêya telefonê bi Serokê DYA Donald Trûmp û Serokdewletê Koreya Başûr Moon Jae În re axivî.
Berdevkê hikumeta Elman Steffen Seîbert destnîşan kir, ku Merkel û Moon Jae În hemfikrê xwe yê ji bo ferzkirina pêkanînên tund li ser Koreya Bakur, anîne ziman.
Hat ragihandin, Trûmp jî di mijara pêkanînên li ser Koreya Bakur de daxwaza alîkariyê ji welatên Ewropayê kiriye.
Herî dawî, Wezîrê Parastinê yê DYA James Mattîs duh daxuyaniyek da û li ser ceribandina nukleerê ya Koreya Bakur got, "Êrîşeke ku gefê li DYA ya jî hevalbendên DYA dixwe bê kirin, wê bi bersiveke mezin a leşkerî bersiv were dayin."