Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Danîmarkayê Troels Lund Poulsen ragihand ku Emerîka wê 2 sal pêştir, ango ji sala 2025’an pê ve balafirên şer ên F-16 ji fîloya xwe vekişîne.
Wekîlê Wezîr ji televîzyona giştî DR’yê re axivî û got, "F-35 gav bi gav dikare bikeve dewrê û ji texmînan zûtir bikeve meriyetê. Ji ber vê yekê em niha di rewşeke wisa de ne ku F-16’yan ji dema plankirî zûtir ji xizmetê derînin."
Li gorî belgeya ku ji Meclîsê re hatiye şandin û ji aliyê DR’yê ve hatiye dîtin, diviyabû ku ev balafir heta sala 2027’an bifiriyana. Lê belê wezîr da zanîn ku F-16 wê "heta 2024’an li Danîmarkayê bimînin."
Danîmarka, beriya dawiya havînê amadekariyên perwerdehiya F-16 a pîlotên Ûkraynayê yên li ser xaka xwe, temam dike.
Lund Poulsen got, "Em ê weke Danîmarka jî çend balafirên şer ên taybet ên F-16 bidin Ûkranyayê jî binirxînin."
Nêzî 43 balafirên F-16 di destê Hêza Hewayî ya Danîmarkayê de hene. Danîmarka ku welatekî Skandînavyayê ye, beriya niha bi demeke kurt pênc balafirên şer ên F-35 kirî ku wê bikeve şûna van balafiran.