Dadgeriya Îranê dixwaze xwepêşandêran li 'dadgehên taybet' darizîne

Xwepêşandêrên ku li Îranê di çalakiyan de hatin girtin wê li dadgehên 'taybet' bêne darizandin. Li gorî dadgeriyê, li hemberî her kesên ku bi rengekî eşkere piştgirî dane 'serhildêran' wê doz bêne vekirin.

Li gorî daxuyaniya serokê edaletê Alî Alghassîmehr a li paytext Tehranê, xwepêşandêrên ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di çalakiyên şermezarkirinê de hatine girtin wê li dadgehên 'taybet' bêne darizandin. "Serokê edaletê" anî ziman ku li hemberî her kesên bi rengekî eşkere piştgirî dane "serhildêran" wê doz bêne destpêkirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê, divê dadgerî çawa nêzî tecawizkar û sûcdaran dibe, bi heman rengî nêzî wan jî bibe.

Hikumet û dadgerî xwepêşandêran weke leşkerên ji derve ji bo pereyan kirêkirî pênase dikin. Li gorî çavdêran dibe ku cezayê girtîgehê yên salên dirêj li çalakgeran bêne birîn. Tê gotin, dadgehên taybet jî bi ser Dadgeha Şoreşê ve ne ku bi dozên têkildarî binpêkirina ewlekariya neteweyî eleqedar dibe û bi dayina cezayên giran tê naskirin.

Li gorî dadgeriyê, eger navdarên Îranî jî bi rengekî eşkere piştgiriyê bidin çalakgerên şermezarkirinê li hemberî wan jî divê doz bê destpêkirin. Rojên dawî kesên ji aliyê fîlm û sporê ve naskirî ne piştgirî dan çalakgeran û rexne li dewleta Îranê kirin.

Hînê nayê zanîn bê li tevahiya welêt di xwepêşandanan de çend jin û mêr hatine girtin. Heta niha tenê li bakurê Îranê girtina zêdeyî hezar kesî hatiye piştrastkirin. Çavdêr bi fikar in ku li tevahiya welêt bi hezaran kes hatibin girtin.