Dadgehê, biryarnameya ku Amazonan talan dike red kir
Dadgeriya Brezîlyayê, biryarnameya Serokdewlet Mîchel Temer, ku rê li ber talankirina qada rezervên xwezayî ya bi navê Renca ya li daristanên Amazonê vedike, sekinand.
Dadgeriya Brezîlyayê, biryarnameya Serokdewlet Mîchel Temer, ku rê li ber talankirina qada rezervên xwezayî ya bi navê Renca ya li daristanên Amazonê vedike, sekinand.
Biryarnameya ji bo guhertina statuya qadeke rezerva xwezayî ku zêdeyî 40 hezar kîlometreçargoşe ye û li navbera eyaletên Para û Amapa yên Brezîlyayê ye, ji aliyê Mîchel Temer ve hatibû îmzekirin. Biryarnameya ku roja 24'ê Tebaxê hate îmzekirin, rê li ber gelek nerazîbûnan vekir. Bi vê biryarê re hatibû xwestin, pêşî li talankirina rezervên xwezayî yên Rencayê bê vekirin.
Lê belê dadgeheke federal a li paytext Brasîlîayê, biryarnameya li ser talankirina Amazonan sekinand. Hikumeta Temer ku li ber biryarê rabû, serî li dadgeheke bilindtir da.
Ji bo Amazon pêşkêşî şîrketên çandinî û madenê bê kirin, tê xwestin ku qada rezerv a xwezayî ya Recnayê ji statuya parastinê bê derxistin. Tê îdîakirin ku li Rencayê çavkaniyên hesin, zêr, sifir û manganez hene.