Dadgeha Misrê 14’ê Kanûnê li dijî kiryarên Erdogan dicive

Mecdî El Kurdî û çend kesên din li dijî kiryarên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Serdozgeriya Giştî re şandin. Roja 14’ê Kanûnê li ser daxwaznameyê wê Dadgeha Misrê li dijî kiryarên Erdogan civînek taybet bê kirin.

Mecdî El Kurdî yê Misrî ku bi eslê xwe Kurd e li gel çend kesayetên Misrî û Kurd li dijî êrîşên qirker, dagirker û sûcên şer ên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan daxwaznameyek pêşkêşî Serdozgeriya Giştî ya Misrê kirin. Dadgeha Abdîn daxwaz name pejirand û wê 14’ê Kanûnê li ser naveroka daxwaznameyê rûniştinek’ taybet pêkbînin.

Di daxwaznameyê de bang li Serdozgeriya Giştî ya Misrê û Wezîrê Karê Hundir ê Misrê tê kirin ku li dijî kiryar û sûcên şer ên Erdogan ên bi taybet li ser Kurdan kiriye biryarekê bigirin. Her wiha di daxwaz nameyê de daxwaz ji hikûmeta Misrê tê kirin ku dema Erdogan bikeve nava axa Mirsê bê destgîrkirin.

Di daxwaznameyê de tê diyarkirin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî sivîlan çekên qedexe yên kîmyewî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikar anî ye. Hate bîbîrxistin ku di encama van êrîşan de gelek sivîl şehîd û birîndar bûne. Her wiha hate gotin ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî wê siberojê bandorê li ser wan kesan ku bûne hedefa êrîşan jî bike.

Dîsa hatiye nîşandan, dewleta Tirk bê serûber êrîşî xaka welatekî cîran dike û ev jî weke sûcekî li dijî tevaî welatiyên wî welatî hatiye kirin hatiye pênasekirin.

Di dewama daxwaznameyê de hatiye bibîrxistin ku gelê Ereb yek e, yek parçe ye. Di daxwaznameyê de ev tê gotin: “Êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşeke li ser hemû xak û gele Ereban e. Ev yek tê wateya sûcê li dijî Ereban û binpêkirina rûmeta welatiyên Ereb.”

Di dewama daxwaznameyê de li ser têkiliyên Erdogan ya bi ‘Komên Îxwan’ re bal tê kişandin û hatiye gotin: “Ev kom li gorî hiqûqa Misrê terorîst in. Erdogan li ser esasê ziyanê bide dewleta Misrê ji bo wê destekê dide van rêxistinan.”

Di beşek din a daxwaznameyê de bal kişandine ser kesên ku daxwazname nivîsandine û ev hatiye gotin: “Rastbûna kiryarên ku qala wê tekirin û dîsa kesên daxwazname nivîsandiye kiriye ku daxwazname bê pejirandin. Dîsa êrîşên Tirkiyeyê ya li ser xaka Sûriyeyê ziyanên derûnî li ser şêniyan çêkiriye.”

Her wiha di daxwaznameyê de yekîtiya di navbera Misir û Sûriyeyê de jî hatiye bibîrxistin.

Daxwazname ji aliye Dadgeha Abdîn ya paytext Qahîre ve hate pejirandin. Ji bo gotûbêjkirina li ser naveroka daxwaznameyê wê 14’ê Kanûnê rûniştineke taybet li dagehê were pêkanîn.