Ciwanekî Hollandî, ku xwepêşandanên li dijî Civîna Bilind a G-20'an a li bajarê Hambûrgê bû, bi sûcdariya 'şûşe avêtiye polîs' bi 2 sal û 7 mehan cezayê girtîgehê hate cezakirin.
Dadgehê ragihand, ku ciwanê 21 salî şeva 6'ê Tîrmehê 2 şûşe avêtiye polîsekî û ji daxwaza dozger jî zêdekir, cezayekî giran li ciwanê navborî birî.
Dadger, di biryara xwe de her wiha bi bîr xist ku ciwanên Hollandî di dema hewldana binçavkirinê de li hemberî poîsan li ber xwe daye.
Dozgerê ku gilîname amade kir, xwestibû ku salek û 9 meh cezayê girtîgehê li welatiyê Hollanda yê ji 7'ê Tîrmehê û vir ve girtî ye, bê birîn.
Bi dehan kesên li salona dadgehê bûn, bi lêdana li çepikan ev biryara dadgehê şermezar kirin.
Têkildarî 51 antî kapîtalîstên tevlî protestoyên G20 bûn, biryara girtinê hatibû dayin û 32 ji van hatibûn girtin.
Tê payin îro jî xwepêşandêrekî Polonyayî derkeve pêşberî dadgehê.